Payîzokek di nav ‘Keziya Vehîne’ de

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 21:09

  • Orkestraya Ma Muzîkê klîpeke nû ya bi navê “Keziya Vehîne” çêkir. Kom Muzîkê jî klîp li ser hesabê xwe yê youtube parve kir. 

Orkestraya Ma Muzîkê klîpeke nû ya bi navê “Keziya Vehîne” çêkir. Kom Muzîkê jî klîp li ser hesabê xwe yê youtube parve kir. Maestroyê orkestra Ma Muzîkê, Ramîn Reb’î strana “Keziya Vehîne” ku strana Seîd Yûsiv e, ji nû ve aranje kiriye û stranbêj Mesûd Gever stranê dibêje. 

Di dawiya stranê de Mesûd Gever payîzokekê jî dibêje û klîp bi dengê vê payîzokê xweştir dibe. Dîmenên kilîpa “Keziya Vehîne” li Amedê di malekê de ku ji kevirên qerejdaxê hatiye çêkirin, hatine girtin.

Orkestraya Ma Muzîkê serê çend mehan carekê klîpan çêdike û li ser hesabên medyay dijîtal belav dike.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.