Partiya sextekariyê: Vatan Partisi

Yekşem 14 Gulan 2023 - 17:35

Nûnerê HDP'ê yê di YSK´ê de Mehmet Ruştu Tiryakî, da zanîn ku Partiya Vatanê li Dîlokê bêyî haya welatiyan jê hebe, 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan û got, wan wan giliyê Vatan Partisi kiriye.

Tiryakî got, "Partiya Vatanê li Dîlokê 4 hezar û 83 kes kirine peywirdarê sindoqan. Haya pirraniya van kesan ji vê tine bûye." Tiryakî destnîşan kir ku ev yek dibe ku rasterst bandorê li encama hilbijartinên li bajêr bike û got, "Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan, diyar kirin ku heger ev kes bên dê belgeya 142'yan bidin wan."  

Li Amedê heman dolab li serê 200 kesî gerandine

Li Amedê gelek kes ji ber ku bêyî agahiya wan jê hebe, wek endamên desteya sindoqan hatine nîşan dan, nekarîn raya xwe bidin.

Cihgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr destnîşan kir ku qederê 100 kesên ku bêyî agahiya wan kirine endamên desteya sindoqan, miracaetî baroyê kiriye. Ozdemîr da zanîn ku ev kes li cihê ku wek endamên desteya sindoqan hatine nîşandan, dikarin rayên xwe bidin.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Amedê Riza Polat jî da zanîn ku qederê 200 kesî miracaetî wan kiriye ji ber heman pirsgirêkê û wan girtenameyên lazim nivîsandine.

Nehiştin Nefîat Aydemir raya xwe bide

Yek ji mexdûrên vê dolaba qirêj a hilbijartinê li Amedê Nefîat Aydemîr a 58 salî bû. Nefîat nexwende bû, ti miracaetên wê yên ji wezîfedariya ser sindoqan jî nebûn. Lê gava ku xwest dengê xwe bide, hat astengkirin û jê re hat gotin, ew wezîfedara sindoqê ye, û nikare dengê xwe bide. Dengê Nefîat Aydemir hat betalkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.