• Parlementerên li meclîsa eyaleta Sachsenê tevlî kampanyaya îmzeyan ya ji bo betalkirina qedexekirina PKK’ê bûn.

Parlementerên li meclîsa eyaleta Sachsenê tevlî kampanyaya îmzeyan ya ji bo betalkirina qedexekirina PKK’ê bûn.

Li paytexta eyaletê Dresdenê, Hevserokê FED-KURD Kerem Gok, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Dresdenê Ozlem Dogan, Berdevka Meclîsa Jinê ya Ûta, Fatma Han, ji bo li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê îmzeyan kom bikin, bi partiyên siyasî re hatin cem hev.

Parlamenterên eyaletê yên ku bi wan re hevdîtin pêk hat, piştgirî dan daxwaznameya ji bo betalkirina qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê.

Li gorî agahiyên ji aliyê şandeya Kurd a ku hevdîtin pêk anî, parlamenter Mîkro Schultze, Marîka Tandler û Nîco Brunler diyar kirin ku ew ê jî destekê bidin kampanyayê û ji parlamenterên din ên li Meclîsa eyaletê jî îmzeyan wergirin.  

DRESDEN