- Parlamenterên Herêma Behdînanê yên li Parlementa Kurdistanê der barê binçavkirin û girtinên li Hewlêr û Behdînanê weke tirsa desthilatê ya ji dengên azad destnîşan û şermezarkirin. Û ev ji bo îmaja Kurdistanê weke tiştekî neyînî destnîşankirin.
Heya niha Komîsyona Mafê Mirovan a Parlamenta Herêma Kurdistanê têkildarî binçavkirin û girtinên di nava sînorê parêzgeha Hewlêr û Behdînanê ti lêkolînek nekiriye. Serokê Komîsyonê got, ew ê di demek nêz de raporekê li ser mijarê amade bikin. Parlamenteran jî got, binçavkirina rojnamevan û çalakvanan wê yekê nîşan dide ku desthilat gelek lewaz e, û tirsa wê ji dengên azad heye.
Zêdetirî mehek e ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêla girtin û binçavkirina çalakvanan zêdetir kiriye. Gelek endamên Tevgera Azadî, helbestvan, nivîskar, mamosta û aktivîstên civaka sivîl di nava sînorê parêzgeha Hewlêr û Dihokê de hatine binçavkirin û heya niha çarenûsa wan nediyare. Ev binçavkirin û girtin di nava beşên cûda yên civakê de bûne cihê nerazîbûnan. Li ser mijarê Parlamenterên Herêma Kurdistanê têkildarî pêla binçavkirin û lêkolînên wan yên li ser binçavkirinan axivîn.
Mafparastin erka her kesî ye
Parlamenterê YNK’ê yê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Luqman Werdî got, xwestina maf li ser her kesî ferz e. Di dema derbasbûyî de li Herêma Kurdistanê li gelek cihan xwepêşandan hatin lidarxistin. Bi taybet jî li sinorê Dihok û Hewlêrê hejmarek ji çalakvan, rojnamevan û nivîskar hatine girtin. Em wek parlamenter bi her awayî van binçavkirinan şermezar dikin. Ev binçavkirin ji derve de bandorek nerênî li ser şêwazê hikûmraniya Herêma Kurdistanê dike.”
Ji dengê azad ditirsin
Parlamenterê Nifşê Nû li Parlamentoya Herêmê Sîpan Amêdî jî li ser heman mijarê axivî û got: “Binçavkirina azadîxwazan, rojnamevanan û çalakvanan wê yekê nîşan dide ku desthilat bi rastî gelek lewaz e, û tirsa wê ji dengên azad heye. Ji ber ku hikûmet dizane wê êdî gel li hemberî van binpêkirin û bê edaletiya heyî bêdeng nemîne.”
Parlamenterê Serbixwe Mem Burhan Qanih jî li ser binçavkirinan got: “Hem wek parlamenter hem jî wek Komîsyona Rewşenbîrî ya Parlamentoya Kurdistanê me lêkolîn kiriye. Em li dijî binçavkirina rojnamevan, çalakvan û kesên ku ji ber fikir û ramanên xwe yên siyasî hatine binçavkirin. Em van binçavkirinan şermezar dikin.”
Hê neçûne Behdînanê
Li ser mijarê Serokê Komîsyona Mafê Mirov a Parlamentoya Herêma Kurdistanê Romeyo Hekarî jî da zanîn ji ber serdanek a wan ya ji bo îdareya Germiyan wan nekarî di dema xwe de serdana Behdînan bikin û wiha domand: “Lê di nava 48 demjimêrên pêş de wek Komîsyona Mafê Mirov em ê serdana Behdînan bikin û ji nêzîk de lêkolînê li ser rewşa binçavkiryan bikin. Piştre jî em ê raporekê li ser tevayî girtiyan amade bikin, em ê wê raporê peşkêşî serokatiya parlamentoyê bikin û raya giştî jê agahdar bikin.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ