´Parlamenter Yildiz komkujî pîlan kir´

Duşem 16 Gulan 2022 - 22:24

  • Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 435 roj e ku dewam dike.

Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 435 roj e ku dewam dike. Ferît Şenyaşar, diyar kir ku parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kuştina bav û birayên wî ya li nexweşxaneyê plan kiriye û daxwaz kir ku demildest fezlekeya parlamenter ji meclisê re bê şandin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, doh serê sibehê li ber edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kirin. 

Ferît Şenyaşar, derbarê nobetê de got, "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyeke organîzekirî pêk hat. Em ji roja destpêkê ya nobeta xwe ve, vê dibêjin. Piştî 4 salan kekê parlamenterê ku komkujî organîze kir, hat girtin. Kesên ku komkujî organîze kirine, 2 kes in. Yek ji van birayê Îbrahîm Halîl Yildiz e û yek jê jî Yildiz bi xwe ye. Di binçavkirina dawîn de şêwirmendê parlamenter jî di îfadeyên xwe de vê dibêje; kesê me aresteyî nexweşxaneyê kir, parlamenterê me bû. Em bi arestekirina wî çûn nexweşxaneyê'. Ev li xwe mikurhatin e."

Ferît, bang kir da ku fezlekeya Îbrahîm Halîl Yildiz demildest radestî meclisê bê kirin û got, heta edalet pêk bê wê nobeta xwe bidomînin.

Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal hesabê meclîsê yê fermî etîket kir û got: "Nobeta me ya edaletê di roja 434'an de (îro 435´an) dewam dike. Yek ji organîzatorê kokmkujiyê hat girtin. Yek jê jî hê li meclîsê ye ku wê di demeke nêz de fezlekeya wî biçe meclisê."

RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.