Parlaman û hikûmet ne rewa ne

Duşem 7 Mijdar 2022 - 01:41

Dema pêncem a Parlamena Herêma Kurdistanê 4 salên xwe temam dike, lê bi pejirandina yasayekê, temenê xwe bi salekê dirêj kiriye. Li ser vê yekê 12 parlamenter ji parlamenê vekişiyan û gotin: “Sazî û dezgehên sereke yên di bin desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane.”

Di 9’ê Cotmeha 2022’yan de Parlamena Herêma Kurdistanê ji bo dirêjkirina dema xwe ya karkirinê civiya. Li gorî yasayê dema Parlamena Herêma Kurdistanê 4 sal e û di 6’ê Mijdara 2022’yan de yanî doh bi dawî bû. Di 9’ê Cotmehê de parlamenê bi dengê 80 parlamenteran dema xwe ya 5’an dirêj kir. Dema parlamenê heta 31’ê Kanûna 2023’yan hatiye dirêjkirin.

Li dijî dirêjkirina dema parlamenê nerazîbûnên parlamenteran dewam dikin. 12 parlamenter ji parlamenê vekişiyan.

12 parlamenterên Koma Dadgeriya Kurdistanê û parlamenterên serbixwe yên Parlamena Herêma Kurdistanê li dijî dirêjkirina dema parlamenê nerazîbûn nîşan da û ragihand ku ew parlamenê boykot dikin.

 

Ji bo nebin beşek ji kirinên desthilatê

Serokê Koma Dadgerî ya Kurdistanê ya li Parlamena Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd di daxuyaniyeke çapameniyê de behsa helwêsta xwe ya li dijî dirêjkirina dema parlamenê kir û got, “Çawa ku dema yasayî ya Parlamenê temam bûye, bi heman şêweyî dema yasayî ya serokatiya Herêmê, hikûmet, meclîsên parêzgehan û komîsyona hilbijartinê jî temam bûye. Sazî û dezgehên sereke yên di bin desthilatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê de rewabûna xwe ji dest dane. Niha jî piştî li dijî bipaşxistina hilbijartinan û dirêjkirina neyasayî ya dema parlamenê, me bi hev re biryar da ku ji parlamenê vekişin û boykot bikin. Her wiha nebin beşek ji wan kirinên neyasayî yên ku desthilatdar dikin.”

Ebdulstar Mecîd di dewamê de destnîşan kir ku ew aliyan agahdar dikin ku ew ê li her derê li gel hev biryaran bigirin û kar bikin: “Zextên ji bo di zûtirîn demê de hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê were kirin dê li dijî gendelî û neyasayiyê dewam bikin. Em bang li her aliyê ku ji rewşa siyasî ya heyî nerazî ne, dikin da ku destê dostaniyê dirêj bikin. Em dixwazin bi hev re eniyeke li dijî sîtemkarî, gendelî û binpêkirina yasayan ku desthilat ji bo berjewendiyên hizbî û şexsî bi kar tîne ava bikin.”

Mecîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wê qet neçin qada ku plana rejîmê lê be û got, “Axaftin û xebata me ya siyasî dê li dijî vê rejîmê be ku ti qîmeta tiştekî nehiştiye.”

ROJNEWS / HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.