Parêznameyên Ocalan nadin girtiyan

Şemî 24 Tebax 2024 - 02:25

Qedexeya li ser pirtûka ‘’Şaristaniya Demokratîk’’ a Rêber Abdullah Ocalan ku ji 5 cîldan pêk tê, didome. Tevî biryara ‘binpêkirinê’ ya DMME’yê jî ev du meh in seta pirtûkan a ‘’Şaristaniyan Demokrarîk’’ nadin Veysî Aktaş ê girtî.

Dewleta Tirk ku ev 41 in nahêle malbat û parêzer Rêber Ocalan bibînin û tecrîdeke mitleq li ser daniye, her wiha nahêle ku Parastin’ên Ocalan bigijin ber destê girtiyan.

Sala 2015’an ji bo Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê, li cem Rêber Ocalan girtî ye, seta pirtûkan a ji 5 cîldan pêk tê hate şandin. Lê Lijneya Perwerdehiyê ya Girtîgeha Îmraliyê bi hinceta ‘’qedexe’’yê seta pirtûkan neda Aktaş. Piştî ku îtîrazên Aktaş hatin redkirin parêzeran dosyeya ji DMME'yê re şandin. DMME'yê got "azadiya fikr û ramanê hatiye qedexekirin" û di 18'ê Hezîranê de biryar da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku "azadiya fikr û ramanê" ya Aktaş hatiye binpêkirin. Her wiha dadgehê bi şertê di 3 mehan de bê dayîn 1000 Eûro ceza li Tirkiyeyê birî.  

Piştî biryarê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo pirtûk bên dayîn serî li Dadgeriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê dan û xwestin pirtûk bên dayîn.  

Lê belê dadgehê bi hinceta ku pirtûk "qedexe ne" daxwaza parêzeran red kir.  

Vê carê parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê dan. Lê Dadgeha Cezayê Giran jî îtirazê red kir. 

 MA/DÎREN YURTSEVER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.