Hunermenda Filistînî Mona Hatoum li paytexta Libnanê Beyrûdê hatiye dinê. Dê û bavê wê piştî damezradnina dewleta Îsraîlê, sala 1948´an neçar dibin cih û warê xwe yê li bajarê Heyfayê biterikînin û li Libnanê bi cih bibin. ji ber wê parçebûn, jicihûwarbûn di berhemê wê de daimî ne. Ew saal 1975´an çû Londonê û xwendina xwe ya hunermendiyê li wir kir. Ew di warê huner de bû mamosteya zanîngehê jî wê li Londonê ji 1984´an heta 1995´an ders da û îro jî li London û Berlînê dimîne.
Navê vê berhema wê “The Grater Divide” (Parçebûna mezintir) e û sala 2002´yan wê ev berhema xwe çêkiriye.
BERLÎN