Parçebûn karesat e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Yekşem 13 Tebax 2023 - 16:54

BIRWA ESHED / ROJNEWS / KERKÛK

Hunermendên Kerkûkê fikarên xwe yên derbarê parçebûna Kurdan li Kerkûkê anîn ziman û gotin, xizmeta Kerkûkê ne xema partiyên Kurdan e, “tenê ji bo berjewendiyên xwe encûmena parêzgehê dixwazin.”

Biryar e di 18’ê Kanûna sala 2023’yan de hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê were kirin.

Piştî çend caran dirêjkirina dema qeydkirina lîste, hevpeymanî û namzetên aliyên siyasî yên ji bo hilbijartina encûmenên parêgehên Iraqê, doh roja dawî ya qeydkirinê bû. 303 lîste û 50 hevpeymanî navê xwe ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê qeyd kiriye.

Aliyên Kurd jî li parêzgeha Kerkûkê nekarî listeyeke hevbeş ava bikin û wê bi çend lîsteyên cuda ku ji lîsteya PDK’ê û çend aliyên pêre, YNK û Hizba Komunîsta Kurdistanê, Komeleya Dadgeriya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê bi yek lîsteyê û Nifşê Nû jî wê bi lîsteyeke cuda beşdarî hilbijartinan bibin.
Hunermendên bajarê Kerkûkê fikarên xwe yên li ser parçebûna Kurdan li Kerkûkê anî ziman.

Hunermend Nejad Necim fikarên xwe yên li ser parçebûn û lîsteyên cuda yên aliyên Kurd ên li Kerkûkê wiha anîn ziman: “Gelek caran dibêjin, hunermend ti peywendiyên xwe bi siyasetê re nîne, lê berevajiyê wê ye. Karê hunermendan bi siyasetê ve girêdayî ye. Bi rastî cihê mixabiniyê ye, li şûna namzetekî serbixwe, Kurd bi çar lîsteyan beşdarî hilbijartina encûmena parêzgeha Kerkûkê dibin. Li aliyê din Ereb û Tirkmen eniyên xwe hene û wê bi yek lîsteyê beşdar bibin.”

 

Ji ber parçebûnê walî wê ne Kurd be

Hunermend Nejad di dewama axaftina xwe de got, mixabin bi salan e Kurdan nekariye rêxistina xwe ava bikin, ji ber vê parçebûnê niha nikarin waliyekî Kurd hilbijêrin: “Parçebûna lîsteyên Kurdan wê bibe karesateke din. Mixabin hizb û aliyên siyasî li nav Herêma Kurdistanê li hev dikin, lê di nava parêzgeheke Kurdî ya weke Kerkûkê de nikarin li hev bikin, ev jî karesatek e.”

 

Xelk baweriyê bi partiyên Kurdan naîne

Hunermend Helgurd Ebdulkerîm bi awayekî bê hêvî qala helwêsta partiyên Kurdî yên li Kerkûkê kir û got, “Baweriya xelkê Kerkûkê bi partiyên Kurdî nemaye û baweriya wan nîne ku wê yek lîsteyê çêbikin. Ti caran partiyên Kurdan netewe û Kerkûk nekirine armanca xwe. Tenê li Hewlêr û Silêmaniyê dijminahiya hev du dikin, çawa wê bikarin li Kerkûkê yek lîsteyê ava bikin.”

Hunermend Helgurd her wiha diyar kir ku ciwanên Kurd li Kerkûkê ji aliyê partiyan ve tên çewisandin û wiha pê de çû: “Armanca wan ne xizmeta Kerkûkê û gelê wê ye. Tenê ji bo berjewendiyên xwe dixwazin encûmena parêzgeha Kerkûkê bi dest bixin. Daxwaz dikim ku roja hilbijartinê xelkê Kerkûkê biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.