Parastina ziman parastina Kurdistanê ye

Şemî 22 Sibat 2025 - 03:40

Komîteya Perwerdeyê ya KCK'ê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya a KCK’ê bi vî rengî ye:“Li seranserê cîhanê bi tenê mirov li ser navê hemû cure nîjadperestî û netewdewletê zimanên cuda qedexe dikin. Di bin navê yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek al û yek olê de gelek netew, çand, ziman li rastî qirkirinan tên. Gelek çand û zimanên cîhanê ji ber polîtîkayên yekperestî bi qirkirinê ji holê hatine rakirin, gelek çand û ziman jî bi qirkirinê re rû bi rû ne! Weke tê zanîn di sala 1999’an de 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO’yê ve weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî hatiye ragihandin. Li pişt pejirandina Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî  (21’Sibatê) dîroka berxwedana gelên ku zimanê wan hatibûn qedexekirin heye. Ji ber vê yekê 21’ê Sibatê ji bo gelên ku hebûna wan di xeteriyê de ne û ji zimanê xwe yê dayikê bêpar hatine hiştin xwedî rojeke gelekî watedar e.

Êdî tu hêz nikare Kurdan înkar bike

Sed salî zêdetir e gelê Kurd û zimanê Kurdî di bin zext û zordariya dewleta Tirkiyeyê de ne. Sed sal in dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd tune bike. Ji qirkirina fîzîkî heta bi qirkirina çandî gelek rê û rêbaz ceribandin. Di encamê de gelê Kurd bi têkoşîn û qehremantiyeke pir mezin, bi berdelên pir giran hebûna xwe parast û siyaseta qirkirinê têk bir. Gelê Kurd û zimanê Kurdî yek ji kevintirin zimanê cîhanê ye. Hezaran sal e gelê Kurd li ser heman axê dijî. Xwedî çandeke qedîm e. Heger îro li hember hemû polîtîkayên qirkirinê li ber xwe dabe hêzê ji vê taybetmendiya xwe digire. Di pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê de, bi têkoşîn û berxwedanek mezin hebûna gelê Kurd hate parastin û îro têkoşîna hebûn û azadiyê derbasî qonaxeke nû dibe! Êdî tu hêz nikare hebûna gelê Kurd înkar bike. Gelê Kurd hişyar bûye, rabûye ser piyan û ber bi azadiyê ve dimeşe. 

Her netew bi zimanê xwe heye

Rêber Apo, asta pêşketina ziman weke asta pêşketina jiyanê dibine û dibêje; ‘Civakekê zimanê xwe yê dayikê çi qasî pêşde biribe, ew tê wê wateyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde biriye. Dîsa çi qasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonyaya zimanên din, ev jî tê wê wateyê ew qasî hatiye mêtin, qirkirin û bişaftin. Civakên xwediyê vê rastiyê jiyaneke wan a watedar a hişmendî, exlaq û estetîk nabe û eşkere ye ku heta ji holê rabin dê weke civakeke nexweş mahkûmê jiyaneke trajik bimînin.’

Ji bo ku careke din tu hêz nikaribe gelê Kurd bigire bin ‘pencê qirkirina çandî’ hişyariyeke di asta herî jor de pêwîst dike. Divê em bizanibin parastina ziman parastina çandê ye, parastina ziman parastina Kurdistanê ye. Parastina ziman parastina paşeroj û pêşerojê ye. Her netew bi zimanê xwe heye. Çawa ku dar li ser koka xwe şîn dibin, gelê Kurd jî dê li ser zimanê xwe mezin bibe. Zarok li malê zimanê dayika xwe fêr dibin, pêwîst e li kolan û dibistanan jî fêrbûna zimanê Kurdî berdewam be. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî ye ku pêwîst e her kes xwedî lê derkeve û ji bo wî têbikoşe. Zimanê dayikê beden û laşê mirovan e. Divê mirov laş û bedena xwe biparêze. Em 21´ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li hemû gelên cihanê û li gelên Kurdistanê pîroz dikin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.