• Rojnamevanên Slovenî yên Radyo Student: Wan got, em dizanin ku rêxistineke terorîst hûn bi kar anîne. Û ji bo ewlekariya we em nahêlin hûn bikevin Kurdistanê. Lê me dizanî behsa PKK´ê dikin, lê ji ber ku navê wê hilnedidan, me nekarî minaqeşeya wê jî bikin.

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Saša Hajzler (Saşa Xeyzler), Žiga Smolič (Zîga Smolîç), Matej Kavčič (Matey Kawuçîç) ji kanala radyoyê ya  Radio Student in. Hersê rojnamevan ji vê kanala radyoyê re kar dikin, ya ku weke ya herî kevin a alternatîf li Slovenyayê tê zanîn. Wan ji paytexta Slovenyayê Ljubljanayê (Lyûbliyana) berê xwe da Başûrê Kurdistanê da ku bibin endamê Heyeta Aştî û Azadiyê û beşdarî konferansa bi heman armancê bibin. Lê wan nekarî ya xwe bibin serî. Ew li Hewlêrê asê man. Li Balafirgehê hatin ragirtin, gelek caran îfadeyên wan hatin girtin û ji wan re hat gotin, “rêxistineke terorîst we dixapîne" û dixwaze "we bi kar bîne". Ne parlamena Hewlêrê, ne jî ya Bexdayê PKK´ê weke rêxistineke terorîst nabîne. Ji ber vê yekê, mirov bivê nevê ji xwe dipirse, gelo kê ev rojnamevan li Hewlêrê ragirtin û dersînor kirin? Heger ne hêzên ser bi PDK´ê bûn, naxwe kî bûn? Heger hêzên ser bi PDK´ê bûn jî, çima ne li gorî qanûnên xwe lê li gorî yên dewleta Tirk xelkê radigirin û dersînor dikin?

Ew 10´ê Hezîranê diçin Hewlêrê û 14´ê Hezîranê berê sibê tên dersînorkirin. Saşa Xeyzler pêş dibêje, "Mixabin em ji Balefirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û wêde neçûn. Di balefirê de welatiyên din ên Ewrûpayê jî hebûn. Her kesê din bihurî çû. Em rawestandin. Li ser niyeta me, ka em dixwazin çi bikin, pirs ji me kirin. Ka em çima li wir in. Em hinekî sekinandin û paşê pasaportên me ji me standin û em li balefirgehê 4 rojan hiştin." 

Endamên îstîxbaratê wan digirin
Li ser pirsa ka gelo ti aliyê qanûnî yê vê kirina beramberî wan hebû yan na, Zîga Smolîç dibêje, "Ti sedema qanûnî ji me re rave nekirin. Me texmîn kir ku yên em xistin ber lêpirsînê endamên rêxistina îstîxbaratê ne."

Li gorî Matey Kawuçîç, "Paşê ji me re hat gotin, dibe ku ew endamên Parastinê bin. Wan navê xwe negot. Lê paşê bi awayê ne fermî, me ji hev derxist ku ew Parastin bûn".

Axir, ti belgeyek û ravekirina fermî nedana wan, ka çima ew hatine ragirtin, ka ew ê çiqasî bên ragirtin, û ka paşxana qanûnî û prosedûra beramberî wan çi ye, ji wan re nehatiye gotin.

Zîga Smolîç bi xwe wiha dewam dike: "Me di îfadeyên xwe de got, em tûrîst in. Axir em ne weke beşek ji heyeta aştî û azadiyê hatin girtin, lê em weke rojnamevan hatin ragirtin." 

Pirsa ´Kê hûn xapandin?´
Saşa Xeyzler meselê wiha safî dike: "Wan bi me da hîskirin ku ew dizanin em beşek ji heyetekê ne û wan dixwest zanibin ka kê em şandine. Wan ji me pirsî, ´kê hûn vexwendin? Ka hûn ê li ku bimînin, hotela we li ku ye?´"
Zîga Smolîç li gotinên wê zêde dike û dibêje, "Her yek ji me ji yê din qut, ragirtî bû û ew cihê cihê bi me re dipeyivîn. Heman pirs ji me dikirin. Wan got, hûn hatine vexwendin û wan gotina, hûn hatine xepandin, bi kar anî."
Ya ku meseleyê safî dike dîsa Saşa Xeyzler e: "Wan got, em dizanin ku ´rêxistineke terorîst hûn bi kar anîne. Û ji bo ewlekariya we em nahêlêin hûn bikevin Kurdistanê´“.

Matey Kawuçîç jî dibêje, wan ev rêxistin bi nav nekir, "Lê me dizanî behsa PKK´ê dikin, lê ji ber ku navê wê hilnedidan, me nekarî minaqeşeya wê jî bikin".

Pirs gumanên li ber me

Gava mirov van agahiyan li ber çav digire, mirov bivênevê ji xwe dipirse, ka çima li Balefirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji sê rojnamevanên ji Slovenyayê ev pirs tên kirin? Çima çêl li PKK´ê tê kirin û tê gotin, ´rêxistineke terorîst´, tevî ku li gorî qanûnên Başûrê Kurdistanê û yên Iraqê PKK ne terorîst e? Ji ber vê mirov gumanan jî dike: Ma Parastin çima PKK´ê terorîst bi nav bike? Pirsa ji vê jî heyatîtir ev e: Gelo ji bilî Parastinê, MÎT´a Tirk jî li Balefirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê dikare îfadeya mirovan bigire û bike ku ji ketina Başûrê Kurdistanê bên menihkirin? 

Xwestin zexteke çapemeniyê ava bikin

Em ji van pirs û gumana berê xwe bidin armanca sê rojnamevanan. Saşa Xeyzler armanca xwe wiha rave dike: "Ne tenê ji bo aştî û azadiyê, Ev her wiha ji bo me derfetek bû, ji bo ku em bêhtir agahiyan berhev bikin û ragihînin, li ser mijareke muhim a vê dawiyê diqewime, lê li derveyê Kurdistanê, li Slovenyayê jî nayê bihîstin."

Zîga Smolîç gotinên wê wiha dibe serî: "Nexasim jî welatekî NATO´yê, û Slovenya jî endama NATO´yê ye, niha daimî êrişên eskerî dike. Û nûçeyên vê nayên çêkirin û bi ya me ev tiştek e, divê nûçeyên wê bên çêkirin. Bi ya me di vê welatiyên Slovenyayê, ku dewleta wan endamê heman tifaqa eskerî NATO´yê ye, derheqê vê êrişa eskerî de agahdar bin, ev vediguhere dagirkeriyekê jî. Da ku em li welatê xwe zexteke çapemeniyê li ser vê meselê karibin çêkin."

 

Radyo Student

Radyo Student ji radyoyên alternatîf ên Slovenyayê, ya herî kevin û mezin e. Ew hem li ser înternetê û hem jî li ser fm 89.3´yê weşanê dike. Ew sala 1968-1969´an piştî xwepêşandanên xwendekaran hatiye damezrandin. Tê de ji bo mirovên marjînalkirî beşên cihê hene, ne tenê yên Slovenyayê, lê her wiha ji bo penaberan jî. Wekî din beşa Siyasetê, ya Zanistê, ya Xwendekaran, a Çandê, ya Muzîk û ya Zanîngehê beşên wê yên edîtoriyal in.

Weşana wê alternatîf û gelekî rexnegir e. Lê di heman demê de ew weke saziyeke perwerdeyê ye jî. Nexasim ji bo xwendekarên dixwazin rojnamevaniyê fêr bibin. Tê de qederê 200 kesî kar dikin. Her sal qederê 20 kesên nû lê hînî rojnamevaniyê dibin. Di warê edîtoriyal de ew pirreng e.