Piştî Lîstikên Olîmpiyada 2020'an ên li Tokyoyê, Paralîmpîkê jî fermî îro bi merasîmekê dest pê kir.
Ji ber vegirtina nexweşiya ji ber vîrusa koronayê, lîstikên Olîmpiyada 2020´an ên li paytexta Japonyayê Tokyoyê, salekê hatibû bipaşvexistin, pê re jî Paralîmpîk hatibûn taloqkirin.
Di paralîmpîkan de atlet û sporvanên seqetiyeke wan a bedenî heye, musabeqeyan dikin. Tîma Rûs ji ber bikaranîna dopîngê, 7´ê Tebaxa bihurî bi biryara Komîteya Amadekar a Paralîmpîkên îsal ji musabeqeyan hatibû menihkirin. Tîma ji Efxanistanê, tevî ku Talîbanê welat bi dest xist jî beşdarî Paralîmpîkê dibe û di merasîma doh de jî amade bû. Îsal ji 160 welat û herêman, qederê 4 hezar û 400 sporvan wê 22 beşên cihê yên sporê de musabeqeyan bikin. Paralîmpîk 5´î Îlonê wê bi dawî bibin.
TOKYO