Papayê Vatîkanê Papa Francîs piştî serdana xwe ya Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û ji wir jî çû Mûsilê û ji bo kesên di êrişên çeteyê DAIŞ’ê de bûne qurbanî dûa kir.
Papayê Vatîkanê Papa Francîs doh ji Bexdayê hate Hewlêrê û li wir ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Berzanî û rayedarên Herêma Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin. Piştre li gel Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî rûnişt.
Piştî hevdîtinê Papayê Vatîkanê Papa Francîs çû Mûsilê û li wir gotarek pêşkêşî Mesihiyan kir û kesên di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de bûne qurbanî re dûa kir.
Papa serdana bajarokê Qerequş kir û li Dêra Tahîre El Kubra tevlî merasîma olî bû. Papa ji bo vekirina stadyûma Fransûwa Herîrî dîsa vegeriya Hewlêrê.
Papa di dema serdanê de malavahiya Kurdistanê kiriye ku di dema êrişên DAIŞʼê de xiristiyan hewandine.
Papa wê bi Muhammed Saed Hecî Axa yê Dihokî re jî rûnê ku ew neviyê Muhammed Şemdîn Axa ye. Bi sedema ku 1925ʼan Ermenî li hewandine Papa Pius ew xelat kiriye û madalyoyek dayê.
ROJNEWS/SILÊMANÎ