Panzêr teqiya dagirker firiya

Çarşem 10 Tebax 2022 - 21:15

  • HPG’ê da zanîn ku di çalakiyên ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê de 10 leşkerên din ên dagirker hatine cezakirin, panzerek û çeperek hatine îmhakirin.

HPG’ê da zanîn ku di çalakiyên ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê de 10 leşkerên din ên dagirker hatine cezakirin, panzerek û çeperek hatine îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de got; “Hêzên me di çalakiyên bi pêşengiya tîmên bi tevger de 10 dagirker ceza kirin, 2 dagirker birîndar kirin. Her wiha wesayiteke panzer û çeperek hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 3 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 7 caran jî bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran bi tank, obus û çekên giran bombe kirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

Li Zê (Zapê)

8’ê Tebaxê saet di 18:10’an li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xist. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

9’ê Tebaxê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

9’ê Tebaxê saet di 18:00 de dagirkeran dixwest ber bi tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve biçin, hêzên me bi çekên ferdî li wan xist. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê vekişin.

9’ê Tebaxê saet di 19:00 de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Panzer, ji Kunîşka ber bi Qada Berxwedanê ya Çemço ve diçû; tîmên me yên bi tevger bi çekên giran derb lê xistin. Di encamê de wesayita zirxî bi temamî hate îmhakirin, 7 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, dagirkeran kuştiyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê birin.

Li Metînayê

9’ê Tebaxê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, dagirkeran hewl dida bi teqemeniyan bombeyan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Pîrdogan bibarînin, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li wan xist. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate ceazakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.