Paketa 8’an ne reform lê amûreke siyasî ye

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:25

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol têkilî paketa 8’an a darazê ya AKP’ê kul i Komîsyona Dadê ya Meclîsa Tirk hatî qebûlkirin got ne ‘’reform’’ e, weke amûreke siyasî hatiye hazirkirin. Ozbingol her wiha got bi vê pakêtê re daneyên şexsî wê bikaribin werin parvekirin.

Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirsyar Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî pakêta darazê ya li Komîsyona Edaletê ya ku li Meclîsa Tirk hatiye qebûlkirin axivî. Ozbîngol diyar kir desthilat hewl dide pakêta ku gelek sererastkirinên cuda tê de cih digirin beriya hilbijartinê bi lez û bez pêşkeş dike û ev yek rast nîne. 

Divê nîqaşên cidî bêne kirin 

Ozbîngol, anî ziman ku divê li ser xalên pakêta ku weke “reform” tê pêşkeşkirin nîqaşên cidî bên kirin û bal kişand ser sererastkirina têkildarî fiîla ji hêla DDB’ê ve hatiye betalkirin. Ozbîngol, diyar kir ku qanûnên weke “reform” tên pêşkeşkirin, sererastkirinên têkildarî binpêkirinên DDB’ê eşkere kirine de nîne û wiha pê de çû: “Berevajî vê, sererastkirina heyî jinûve qanûnî dike û weke ku sererastkirineke nû be pêşkeş dikin. Sererastkirineke qanûnî ya wiha beriya hilbijartinê anîn û xuyaye ku amûreke ji pêvajoya siyasî re xizmet dike.” 

Daneyên şexsî wê par ve bikin

Ozbîngol, daxuyand ku di pêşnûmeqanûnê de sepanên taybet hene û bal bire ser van xisûsan: “Sererastkirina HAGB’ê, serdemeke wisa bû ku îtîraz û binpêkirinên pir mezin hebûn. Têkildarî van jî sererastkirin hene. Têkildarî daneyên şexsî sererastkirin hene. Bi rastî jî sererastkirinên têkildarî daneyên şexsî girîng e; bi vê pakêta darazê re gelek sererasetkirin hene ku pir berfireh in û mirov nizane wê di bicihanîna wan de tiştekî çawa derkeve holê. Bi vê sererastkirinê re daneyên şexsî wê bikarin di qada navneteweyî de jî werin parvekirin û di qada bicihanîna vê qanûnê de wê gelek pirsgirêk derkevin pêşberî me.” 

Armanc ne reform e

Ozbîngol, bal bire ser sererastkirinên têkildarî Qanûna Înfazê ya Cezayan û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehan bûyerên weke taloqkirina tehliyeyan, pirsgirêkên girtiyan û pêvajoyên têkildarî girtiyên nexweş hene. Ev pakêt weke ‘Reform' tê pênasekirin lê têkildarî girtîgehan tu sererastkirin tune ne. Anku xuyaye ku armanca vê pakête reform nîne. Wê ji bicihanîna edaletê re xizmetê neke. Wezîrê dadê dibêje ‘em ê beriya hilbijartinê bixin meriyetê.’ Anku weke amûrekî bi kar tînin. Ev gotin, aliyê siyasî yê vê pakêtê radixe ber çavan. Tu sererastkirinên qanûnî divê nebin amûra pêvajoya siyasî. Em vê yekê qebûl nakin.”

Pakêt hate qebûlkirin

“Pêşniyarqanûna Têkildarî Guherandina Qanûna Mihakemeya Cezayê û Hinek Qanûnan û Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de” ya ku AKP weke “Pakêta Darazê ya 8’an” pênase dike û ji 43 xalan pêk tê, li Komîsyona Edaletê ya Meclisê hate qebûlkirin. Tê payîn ku pêşniyara ji Lijneya Giştî ya Meclisê re hatiye şandin beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî bê pejirandin û bibe qanûn. Bi qanûnê re wê Komîsyona Tazmînatê ya di bin sîwaneya Wezareta Dadê de hatiye avakirin mayînde bibe. Her wiha daxwazên tazmînata manewî ya têkildarî îdiayên binpêkirinên mafan jî dê girêdayî biryara heman komîsyonê bin. Komîsyon, wê biryarên mînak ên Dagdeha Destûra Bingehîn (DDB) a Tirk û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas bigire û di navbera 9 mehan de têkildarî muracaetan de biryarê bide. 

DDB a Tirk di meha îlonê de sûcê “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatibû betalkirin û fiîl jî wê bi vê pêşniyarqanûnê re bê guherandin. Piştî ku qanûn zagonî bû, wê fikrayeke nû li xala 314’an a xaka TCK’ê ya “rêxistina çekdarî” were zêdekirin. Ev fiîl wê êdî weke sûcekî musteqîl bê hesibandin û yên vî fiîlî dikin jî dê hem ji “sûcê” kirî hem jî ji “li ser navê rêxistinê sûc kiriye” cuda cuda bên darizandin. Bi pêşniyarqanûnê re biryarên dadgehê yên “Paşdexistina Ragihandina Hukmê (HAGB)” dê êdî tenê ji bo cezayên hefsê yên ji du salan kêmtir bikeve meriyetê.

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.