- Girtiyê nexweş, Mehmet Emîn Ozkan ê bi koronayê ketibû, ji nexweşxaneyê dîsa birin hepsê.
Girtiyê nexweş, Mehmet Emîn Ozkan ê bi koronayê ketibû, ji nexweşxaneyê dîsa birin hepsê.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî, li Hepsa Amedê ya Tîpa T girtî ye. Ji ber ku ji ber nexweşiyê nikare karên xwe yên pêwîst bike, gelek caran bang û miracaet hatin kirin da ku bê berdan. Lê dewleta Tirk bi hinceta dikare têr avê vexwe, wî ji hepsê bernade û tolê jê dihilîne. Ew beriya çendekê tevî kurê xwe yê di hepsê de ye û li Mehmet Emîn Ozkan miqate dibe, bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketibû. Li ser vê yekê Mehmet Emîn Ozkan 8’ê Kanûnê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê û li wir ew derman kirin.
Hat zanîn ku Ozkan doh sibehê ji nû ve ji nexweşxaneyê birine hepsê. Nevzat Ozkan diyar kir ku li ser daxwaza bavê wî, ew ji nexweşxaneyê derxistine û birine hepsê.
AMED