Girtiyên nexweş tavilê berdin

Duşem 27 Kanûn 2021 - 22:18

  • Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê xwestin girtiyên nexweş demildest werin berdan û derbarê kesên dibin sedemên binpêkirina mafan, lêpirsîneke bi bandor were destpêkirin. 

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Amedê xwestin girtiyên nexweş demildest werin berdan û derbarê kesên dibin sedemên binpêkirina mafan, lêpirsîneke bi bandor were destpêkirin. 

Odeya Bijîjkan a Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Odeya Doktorên Diranan, Komeleya Pisporên Kedkarên Civakî, Odeya Bijîjkên Veterîner, Însiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê, Federasyona Komeleyên Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Rosayê û Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê ya Amedê, Platforma Şaxan a KESK’ê, derbarê girtiyên nexweş de yên ku mafê wan ê xwe gihandina tenduristiyê hatiye astengkirin, daxuyanî dan. 

Di daxuyaniya li Parka Koşûyolû ya li Baxlerê de Seroka Odeya Bijîjkan a Amedê Elîf Tûran got, kapasîteya girtîgehan 220 hezar e, lê niha 294 hezar kes girtî ne. 

Tûran, qala raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên “dikare di girtîgehê de bimîne” kir û got, gelek girtî piştî demeke kurt yan di hepsê de yan jî piştî taloqkirina înfazê, jiyana xwe ji dest didin. 

Tûran, anî ziman ku qawîşên qelebalix, astengkirina mafê xwegihandina tenduristiyê, wesayîtên veguhastinê yên yek kesî, muayeneya bikelepçe, derxistina dereng a revîrê, sewqkirina nexwşxaneyan a dereng, hejmara bijîjk û personelên tendûristiyên yên kêm li hepsan, nedayîna xwarina parêzê, pirsgirêkên xwegihandina ava paqij, rîska zêde ya êrişê û mayîna li ser girtiyên ku nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, girtina li cihên yek kesî mafê jiyanê yê girtiyên nexweş binpê dike. 

Tûran wiha bang kir: “Girtiyên ku bi nexweşiyên giran ketine yan jî rewşa wan a tenduristiyê her tim bi şertên girtîgehê re neguncaw bûye, divê li gorî rapora tam a lijneya tendirûstiyê, demildest werin berdan û dermankirina wan bi malbatên wan re dewam bike.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.