Piştî 30 salan kena li derveyî hepsê

Nûçeyên Jin

Duşem 31 Cotmeh 2022 - 02:22

Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan ji hepsê derket. Rojbîn Perîşan herî dawî  li Hepsa Jinan a Tîpa M a Gebze ya Kocaeliyê dima. Li ber deriyê hepsê gelek kesan ew pêşwazî kir.  

Rojbîn Perîşan sala 1991'an dema xwendekara Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Sêrtê bû, tevlî PKK'ê bû. Piştî salekê di şer de esîr hat girtin. Zêdeyî mehekê di binçavan de ma. Piştî mehekê êşkenceyên giran ên di dema binçavkirinê de şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Paşê li Riha, Sêwas, Midyad û li Kocaelî di zindanên dewleta Tirk de ma. Di zindanê de gelek roman û çîrok bi Tirkî nivîsandin û hin ji wana wekî pirtûk çap bûn. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.