Malbatên girtiyan: Divê zarokên me werin berdan

Çarşem 16 Sibat 2022 - 22:27

  • Malbatên girtiyan ên ku li Amed, Wan û Îzmîrê di Nobeta Edaletê de ne, careke din xwestin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan.

Malbatên girtiyan ên ku li Amed, Wan û Îzmîrê di Nobeta Edaletê de ne, careke din xwestin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan.

AMED
Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê di roja 93’yan de berdewam kir. Di nobedê de Hakki Boltan ê bavê girtiyê nexweş Ciwan Boltan axivî û bi bîrxist ku 93 roj in nobedê digirin û got: “Bila zextên ku li ser girtiyan tê meşandin bi dawî bibin. Em zextên ku ku desthilata AKP û MHP’ê li ser girtiyan dimeşîne napejirînin. Desthilata AKP’ê qanûnên xwe pêk nayîne. Girtiyên ku nexweş in nayên dermankirin. Girtiyên ku cezayê wan qediyaye nayên berdan.”  

Boltan di axaftina xwe de serdana malbatên girtiyan a bo partiyên siyasî û rêxistinên sivîl li Enqereyê bi bîr xist û got: “Bila partiyên siyasî soza xwe bi cih bînin. Em banga li rêxistinên sivîl dikin ku ji bo girtiyan bi hestiyar tevbigerin.” Boltan di dawiyê de got heta ew encamê bistînin wê çalakiyê bidomînin. 

WAN

Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya li Baroya Wanê hat destpêkirin 67 roj in didome. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Mûazzez Orhan, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyûn û rêveberên partiyê serdana nobedê kirin.  

Parlamenter Mûazzez Orhan di serdanê de axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: "Girtîgeh veguherîne cihê îşkenceyê. Mafên girtiyan tê binpêkirin. Her wiha tecrîd niha li hemû girtîgehan tê domandin. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li hemberî girtiyan li hemberî malbatên girtiyan jî tê domandin. Ev neheqî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Niha bi hezaran girtiyên siyasî yên dîl hatî girtin di nav berxwedanê de ne. Em ê li derve bibin dengê wan girtiyan. Guh û çavê me li girtîgehan e. Em ê polîtîkayên li hemberî girtîgehan tê meşandin teşhîr bikin. Heke hiqûqeke rasteqîn hebûya îro ev tişt pêk nedihatin. Îro bi hezaran kes nedihatin girtin. Li welat ne hiqûq û ne jî edalet heye. Em bang li rayedaran dikin ku dawî li wan polîtîkayan bînin. Her wiha divê li dijî tecrîd û pêkanîna edaletê her kes bikeve nava hewldanan." 

ÎZMÎR

Bi mebesta berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatên girtiyan di roja 4’emîn de jî berdewam kir. Di çalakiyê de malbatên girtiyan dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye” vekirin. Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Îzmîrê û Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Konakê hatin serdana malbatan. 

Hevseroka Şaxa OHD’a Îzmîrê Şûkran Ozturk di çalakiyê de diyar kir ku ew piştgiriyê didin berxwedana malbatan û wiha domand:

“Binpêkirinên li girtîgehan êdî derketina asta binpêkirina mafê jiyanê. Me OHD’ê jî derheqê van binpêkirinan de gelek caran rapor amade kirin. Me gelek serlêdan jî kirin. Lê ji ber xemsariya Saziya Tipa Edlî (ATK) û rayedaran, ev hewldanên me bêncam man. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê têkoşîna edaletê ya dayikan.”  

Malbatên di çalakiyê de jî spasiyên xwe pêşkeşî mêvanan kir. Yek ji çalakvanan Hanîfe Gumuş da zanîn ku şert û mercên girtîgehê zarokên wan nexweş kirine û ev tişt anî ziman: “Zarokên me şandine girtîgehên dûr. Lewma jî em nikarin biçin serdana wan. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan. Edalet li Tirkiyeyê nîne. Heke hebûya dê Aysel Tûglûk bihata berdan. Dixwazin Kurdan li girtîgehan tune bikin.

Lê divê bizanin ku em bi milyonan kes in. Em ne şerxwaz in, em aştîxwaz in. Bila zarokên me bên berdan. Banga me ji her kesî ev e ku piştgiriyê bidin me. Bila dayik û bavên girtiyan beşdarî çalakiya me bibin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.