Dewletê Vedat qetil kir

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:12

  • Dewleta Tirk, girtiyê azadiyê Vedat Erkmen li hepsa Tekirdagê qetil kir û ji bo ku şopên qetlê jê bibe, otopsî bêyî ku parêzerên malbatê amade bin da kirin, rapora otopsiyê neda malbatê û parêzeran, û cenaze jî revand û li Sakaryayê hina nû da malbatê.

MIHEME PORGEBOL / STENBOL

Beriya niha di nava hefteyekê de 4 girtiyên azadiyê yên Kurd li hepsên dewleta Tirk hatibûn qetilkirin. Pêr bi şev girtiyekê din jî jiyana xwe ji dest da. Mekanê qetla vê carê, hepsa dewleta Tirk a Tegirdagê ya Hejmara 2 ya Tîpa F ye. Dewleta Tirk girtiyê siyasî yê cezayê muebeda girankirî lê hatiye birrîn, Vedat Erkmen kuşt. 

Dewleta Tirk li Vedat Erkmen cezayê heta hetayê û 374 sal cezayê hepsê birrîbû û pêr bi şev li hucreyeke Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ew qetil kir.

Rêveberiya hepsê saet 21:30 telefonî malbata Erkmen kir û îdîa kir ku Vedat li hucreyê dawî li jiyana xwe aniye. Lê kirinên dewleta Tirk nîşan didin ku ev îdîa ne rast e û malbat jî dibêje, dewleta Tirk, Vedar Erkmen kuştiye.  

Dewleta Tirk cenazeyê Vedat Çem Erkmen doh serê sibehê bire Midûriyeta Goristanan a Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê. Malbatê xwest cenazeyê lawê xwe ji bo wecîbeyên olî bibe Komeleya Bazarcixa Dîgorê ya li navçeya Esenyûrtê. Lê polêsan destûr neda malbatê û got, “Bisekinin. Çima hûn cenaze dibin Esenyûrtê. Hûnê li wir aloziyan derxin. Hûn nikarin bibin komeleyê.” 

Ji ber ku em Kurd in cenaze direvînin

Malbatê jî bertek nîşanî astengiya polîsan da û got, “Ji ber ku em Kurd in, cenazeyên me nadin me.” 

Polêsên Tirk jî li ser nerazîbûna malbatê got, ji jor ferman dane wan da ku destûrê nedin cenaze biçe Esenyûrtê.

Di wê navê de ku malbat li benda cenaze bû, polêsan cenazeyê Vedat Erkmen revand. Cenazeyê Erkmen hîna nû li Sakaryayê dan malbatê. Eşkere bû ku birayê Erkmen di wesaîta cenaze de bû, lê polêsan telefona wî desteser kiribû. Saîm Erkmen da zanîn ku li Sakaryayê cenaze ji maşîna cenaze derxistine û teslîmî wan kirine. Li ser vê yekê jî malbatê ji bo veşartinê cenaze ber bi Qersê ve bir.

Otopsiya bê parêzer 

Çawa ku malbat hîn bû ku cenazeyê Vedat Erkmen birine Nexweşxaneya Bajêr a Tekirdagê, tevî parêzerên xwe berê xwe da nexweşxaneyê. Lê li wir malbat û parêzer pê hisiyan ku otopsî bêyî ku li benda wan bimînin hatiye kirin. Bi ser halan de weke qetlên din, vê carê jî rapora otopsiyê nedan malbatê û parêzeran. 

Kekê Vedat Çem Erkmen, Ayhan Erkmen got, “Telefonî birayê min ê li gund kirine û gotine, ´Vedat xwe kuştiye´. Heta ku me lê pirsî û em hatin nexweşxaneyê, wan her tişt li gorî xwe kiribû, li hêviya me neman û her tişt qedandin. Rapora otopsiyê jî nedan me. Li ser vê mirinê ti tişt ji me re negotin. Jixwe li her derî tenê polês hebûn û wan jî ji me re tiştek negot.” 

Dixwest giliyê rêveberiya hepsê bike

Ayhan Erkmen wekî din got, îdîaya rêveberiya hepsê, ne rast e û bi bîr xist ku birayê wî dixwest giliyê rêveberiya hepsê bike: “Îna bihurî di axaftina bi telefonê ya heftane de got, ´Pêncşemê werin hevdîtinê. Wexta hûn hatin jî giliyê rêveberiya hepsê bikin´. Bi îhtîmaleke mezin di hevdîtinê de wî dê bigota ka ew çima dixwaze giliyê rêveberiya hepsê bike. Ji me re behsa sedema giliyê xwe nekir. Got, ‘Gava hûn hatin em ê bipeyivin’. Yanî pêşî lê girtin ku di hevdîtinê de em biçin hînî sedema giliyê wî bibin. Birayê min bang li me kir da ku em biçin wî bibînin, rêveberiya hepsê telefonî me kir, got, ‘Vedat xwe kuştiye’. Em bawer nakin Vedat xwe kuştibe. Vedat kesekî bikêf û hez dikir bijî.”

Xwe nekuştiye, heps derewan dike 

Di dawiyê de Ayhan Erkmen ji bo diyar bike ku ew ji îdîaya rêveberiya hepsê bawer nakin, got, “Vedat mirovekî şên û şeng bû. Gava mirov pê re dipeyivî, mîna ku ew ne di hepsê de be û yê li hemberê wî di hepsê de be, moral didayê. Ew pirr girêdayî jiyanê bû. Timî bi çavekî baş li jiyanê dinihêrî. Em bawer nakin ku xwe kuştibe. Haya me ji nûçeyên mirinê yên vê dawiyê ji hepsan tên, heye. Em difikirin ku Vedat qetil kirine. Wan Vedat qetil kir.” 
 
Tecrîda 10 salan

Vedat Çem Erkmen, ji Dîgorê bû û ji malbate welatparêz bû. Vedat Erkmen jî sala 2000´î tevlî nav refên gerîla bû û sala 2012´an li Qereyaziya Erzromê dîl ketibû destê dijmin. Ji hingê ve ew di hepsên Erzrom, Bayburt, Trabzon û Oltu de hat ragirtin. Herî dawî jî ew sirgûnî Hepsa Tekirdag a hejmara 2 ya Tîpa F kirin. Li Vedat erkmen cezayê muebeda girankirî û 374 sal cezayê hepsê hatibû birrîn. Ev qederê 10 salan jî bû ku di hucreyeke yekkesî de êsîr bû. Van çend mehên dawiyê di hucreyeke dukesî de ragirtî bû, lê beriya bi çend hefteyan ew dîsa xistibûn hucreyeke yekkesî. 

Bi Kurdî xwe parast

Gava ku ew dadgeh kirin, Vedat Erkmen xwe li Dadgeha Cezayê Giran a 4´an a erziromê bi Kurdî parast û got, “Ez kadroyê PKK´ê me. Ez li ser navê rêxistinê li vir im.” 

Piştî 10 salan li morgê ew dît  

Vedat Erkmen di nifûsê de li ser navê dêmariya xwe qeydkirî ye. Ji ber wê dayika wî ya heq nekarî biçe dîtina wî li hepsê. Hat zanîn ku dayikê piştî bi deh salan kurê xwe di morgê de mirî dîtiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.