Dag û Er dawî li çalakiya xwe anîn

Sêşem 22 Sibat 2022 - 14:30

  • Daxwazên Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ku ji 13’ê Sibatê ve li Girtîgeha Hewlêrê di rojiya mirinê de bûn, hatin bicihanîn. Dag û Er dawî li çalakiya xwe anîn.

Daxwazên Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ku ji 13’ê Sibatê ve li Girtîgeha Hewlêrê di rojiya mirinê de bûn, hatin bicihanîn. Dag û Er dawî li çalakiya xwe anîn.

Herdu ciwanan di rojên borî de bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîbûn û diyar kiribûn ku ji ber daxwaza wan a ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan û guhertina girtîgehê bêbersiv hatiye hiştin, ji 13’ê Sibatê ve wan dest bi rojiya mirinê kirine.

Doh Mazlûm Dag bi telefonê bi malbata xwe re axiviye û gotiye ku daxwazên wan bi cih hatine û dawî li çalakiya xwe anîne.

Li Herêma Kurdistanê 17’ê Tîrmeha 2019’an sîxurê MÎT’ê Osman Kose yê li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar bû hate kuştin. Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er jî bi hinceta kuştina Osman Kose hatin darizandin û dadgehê cezayê darvekirinê li wan birî.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.