
Bi armanca bibîranîna wêjevan û siyasetvanê Kurd Osman Sebrî, her sal Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mihrîcana wêjeyê li dar dixe. Doh na pêr, bi amadebûna kesên nivîskar, helbestvan û rewşenbîr li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha kesayetên siyasetvan û rêxistinên jinan Mihrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê ya 6’an, li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a li bajarê Qamişloyê destpê kir.
Têkildarî mihrîcana sê rojan, Endama Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Nerîman Evdikê got, “Ev mihrîcan salane tê lidarxistin û îsal sala wê ya şeşan e. Bernameya me ya îsal, sê rojan dewam dike. Bêguman ji ber rewşa awarte û şerê heyî, me nikarîbû dirêjtir bikin. Tevî zehmetiyan jî me xwest, em di demeke kurt de li dar bixin û çalakiyên xwe nedin sekinandin. Mihrîcan li ser wêjeyê ye, û her sal em balê dibin ser milekî wê. Îsal jî me bal bire ser romanan.”
Derfet e ji bo jin û ciwanan
Nerîman Evdikê got, gelek ji berhmenên hatine neqandin, yên jinan in: “Ji bo beşê pêşbirkê jî roman hatine neqandin, jixwe gelek roman ji wan bi pênûsa jinan hatine nivîsandin. Beşdarbûneke jinan a xurt heye di vê dewreyê de. Di rojên mihrîcanê yên li pêş de romanên serketî wê bên xuyakirin. Helbet ev mihrîcan derfeteke baş e ku bi taybetî nivîskarên jin û ciwan derkevin pêş û berhemên wan xuya bibin. Piştî vê mihrîcanê wê têkiliya me bi van nivîskar û helbestvanan re xurttir bibe da ku em karibin riyan ji hev re vekin.”
Pirtûk hatin îmzekirin
Di roja yekemîn a mihrîcanê de sinevizyon der barê jiyana wêjevan Osman Sebrî de hat nîşandan. Koma Hîlala Zêrîn a muzîkê jî hin stran gotin. Xelatgirên pêşbirka mihrîcana pêncemîn jî çîrok xwendin. Her wiha pirtûkên ku di dewreya pêncemîn de bi ser ketibûn, wekî pirtûka “Pirseke li ser lêvan” a Sena Hacî û pirtûka “Darbesta Vala” ya Selam Husên, hatin îmzekirin.
JÎNHA/QAMIŞLO











