Stêrka geş a muzîka Kurdî; Fetane Welîdî

Nûçeyên Çand/Huner —

Pêncşem 24 Îlon 2026 - 16:30

 

Di dîroka hunera Kurdî de, hinek deng ne tenê muzîkê çêdikin, belkû, ew deng sembola qonaxekê a di têkoşîna civakî de ne û hemû sînorkirinên ku li ser beden û giyanê jinan hatine ferzkirin, dişkînin.

Yek ji van jinan Fetane Welîdî ye ku stêrkek geşe li asîmanê muzîka Kurdî ku di demên dijwar de bi dengê xwe yê bilind sînoran derbas kir û di warê muzîkê de rê li ber jinan vekir.

Îro salvegera koça dawî ya hunermend Fetana Welîdî ye. Salvegera xatirxwestinê ya vê jina mezin ne tenê biyografiya hunermendekê ye, belkû vê, ew rêzgirtinek ji bo îradeya jinekê ye ku êşa xwe kir bingeha nemiriyê û heta kêliyên dawî yên jiyana xwe li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, weke sembola evîna paqij ma.

Jinek li nav cewherê muzîk û stranê

Fetane Mihemed Şerîf Welîdî di sala 1953’yan de, li navenda huner û çandê, li cihê perwerdeya bi sedan kesayetiyên navdar ango li bajarê Sine ji dayik bû. Bavê wê, Mihemed Şerîf Welîdî, hunermend, stranbêj û kemanjenekî navdar bû. Fetane di heft saliya xwe de di bin çavdêrî û piştgiriya bavê xwe û Hesen Kamkar (bavê Kamkaran) de dest bi fêrbûna bingehên muzîkê kir.

Ji ber hewesa wê ya kûr a ji bo hunerê, ew çû Tehranê û xwendina xwe ya akademîk li Dibistana Bilind a Muzîkê temam kir. Di demekê de ku stranbêjî ji bo mêran jî di civaka Kurd de ne guncaw dihat hesibandin, Fetane wekî jineke wêrek û radîkal derket holê û rê li ber hebûna jinan di qada muzîka Kurdî de vekir.

Dengê bilind ku bi pêlên radyoyê gihişt her malekê

Di salên 1970’yan de, Fetane Welîdî berhemên xwe yên xweşik bi rêya Radyoya Sine û Radyoya Kirmaşanê ya Kurdî tomar kir. Di demek kurt de, şiyana wê ya dengbêjiyê ya bêhempa û hestyariya wê ew kir çirayek geş di hola muzîka resen a Kurdî de.

Bi tevahî 56 stranên wê li radyoyê hatine tomarkirin. Lêbelê, tenê albûmek fermî ya wê a binavê “Bulbul”, derketiye. Ev albûm hinek şaheserên nemir yên wekî “Şirîn Giyan, Gule Giyan, Şikofe, Bê Qerare, Yaxwa Be Xêr Bêy, Omêdî Dilim, Ey Yarî Nazdarim, Ey Dilê Xemînim, Xerîbim û Her Kes Aşiq Bêt” dihewîne.

Şêwazê stranbêjiyê û dengê bilind yê Fetane ne tenê li Sine û Kirmaşanê ma; belkû ew bi pêlên radyoyê sînorên çêkirî derbas kir û gihişt parçeyên din yên Kurdistanê. Bi vî rengî ew ji bo hunermendên pêşerojê bû wateya hêvî û îlhamê.

Çîroka hunermend Fetane di cîhana muzîkê de ye

Fetane bi dengê xwe yê taybet, sebir û şahî da bi hezaran guhdar û hezkiriyên muzîkê, lê jiyana wê ya taybet ket bin siya serdema herî bi karesat de; Têkçûna di çîrokeke evînê de. Gelek çîrok û behs têkildarî sedema dûrketina Fetane ji cîhana muzîk û stranbêjiyê hene. Lê ya herî eşkere çîrokeke evînê ye ku bûye sedema xirabûna rewşa wê ya derûnî. Ev birîna kûr a derûnî bû sedema xirabûna tenduristiya wê û bû sedema ku ew di lûtkeya ciwaniya xwe de ji huner û tomarkirinê dûr bikeve.

Fetane Welîdî zêdetirî nîv sedsalê di tenêtî, zulm û şeydayiyê de jiya. Ew êdî ne ji bo radyoyê an koroyê distira, lê tenê li ser êşa xwe di cîhana xwe ya bêdeng de distira. Kesê nekarî wê dilê wê yê bi hesret û xemgîn şad bike. Fetane ji bo evînê dijiya û heta kêliya dawî dilsoz û wefadar ma.

Fetane Welîdî roja êvara 24’ê Îlona 2024’an, di 71 saliya xwe de li Sine koça dawî kir. Her çend cenazeyê wê hatibe veşartin jî, bi fîzîkî ji nav me bar kiribe jî; lêbelê nav û dengê wê yê bêhempa wekî sembola evîna paqij dê di dîroka hunera Kurdî de her û her nemir bimîne.

BERFÎN NUSRET-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.