
Wezareta Çandê ya Sûriyeyê di mehên Tebax û Îlonê de gelek pêşengeh û mihrîcanên çand û hûnerî li bajarên Heleb û Hemayê birêxistin kir. Yekem car e ku gelek komên hunerî yên Kurd beşdarî van mîhrîcanan dibin. Ji bajarê Kobanê ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û navenda Çand û Hûnera Baqî Xido, komên mûzîk û govendê jî di van mîhrîcanan de cih girtin.
Ajansa me ji nêz ve tecrûbe û atmosfera komên ji Kobanê ku cara yekê beşdarbûneke wiha pêk tînin şopand û pirsa mîhrîcanan ji wan kir.
‘Çanda me reng da kelha Helebê’
Endama navenda Çand û Hûnera Baqî Xido şanoger Leyla Ehmed di destpêkê de hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Em çanda Kobanê, yekser mîna çanda jin-dayîkê digirin dest. Piştî entgresyona ku pêk hat, navendên çand û hûnerê yên Kobanê ji bo beşdarbûna mîhrîcan û pêşengehên ku li Helebê pêk hatin, bûn. Dema em bi cil û berg, ziman, çand û hûnera xwe derbasî Helebê bûn me dît ku gelê wê matmayî bûn. Ji ber em dizanin ku li Sûriyeyê gelek pêkhateyên din jî hene, lê şansekî me yê wiha tune bû ku em jî çanda xwe ya resen berz bikin. Ji bo vê jî gelê Helebê bi taybetî ji bo me gotin ku beşdarbûna Kurdan rengekî cuda û balkêş da keleha Helebê.”
‘Me hebûna xwe da diyarkirin’
Leyla Ehmed da zanîn ku herkesî koma wan meraq dikir û wiha dewam kir: “Gel pir meraq dikir, her ji me pirs dikirin ev cilê li we tên çi wateyê, stranên we behsa çi dikin, sembol û hwd. meraqeke mezin di pêşengeh û mîhrîcan de ava kir. Ji bo vê jî afmorsfereke wiha bû ku me hevgirtina çandên Sûriyeyê li gel hev dît û cihêrengiya wê diyar bû. Gava ku em ji Kobanê de bi sekin, ziman û çanda xwe ve ber bi Helebê ve çûn, em gelek şanaz bûn û ji ber ku me mohra xwe li Helebê da û tabloyeke Kurdî ya resen ava kir, em serbilind in.”
‘Hêza Sûriyeyê di cihêrengiya wê de ye’
Di dawiyê de Leyla Ehmed teqez kir ku cihêrengiya Sûriyeyê hêza wê ya bingehîn e û got: “Ji bo ku Sûriye bi dewlemendiya xwe bikaribe pêşerojeke serkeftî ava bike û beşdarbûneke çalak a hemû netewan di nav de hebe, divê di destpêkê de gavên wiha werin avêtin. Dema ku em dibînin heman sehne Kurd, Ereb, Turkmen, Asur, Ermen û Çerkezan hembêz dike, wê demê em dikarin bêjin ku Sûriye vedigre resenî û rastiya xwe. Ji bo vê jî peyama min ev e, yê ku Sûriyeyê bihêz bike û pêşde bibe, cihêrengiya wê ya netewî û çandî ye.”
Bi hebûna Kurdan matmayî dimînin
Li aliyekî din Endama Tevgera Hîlala Zêrîn ya bajarê Kobanê stranbêj Şêrîn Ararat bi taybetî behsa mîhrîcana Bihara Hemayê kir û wiha domand: “Komên hûnerî û govendê yên Kobanê tevlî mîhrîcanên Heleb û Bihara Hemayê bûn. Gelê Helebê salên dirêje li gel Kurdan di nava danûstandinê de ye, ji bo vê jî heta astekê çand û hûnera me nas dikin. Lê li bajarê Hema rewş cuda bû. Li wir folklor, çand û hunera me ji bo wan gelek ecêb hat û heta ji bo wan matmayînek jî ava kir. Bi me re parve jî kirin ku gelek şaş mane û ji bo wan atmosfereke cuda ava kiriye.”
BERÇEM CÛDÎ-JÎNHA-KOBANÊ







