
- Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî ya Ewropayê hate ragihandin. Di komxebatê de biryarên girîng hatin girtin û hate destnîşankirin ku dê arşîv û danegehek berfireh li Kurdistanê û diasporayê bê amadekirin û dê xebatên sînemaya Kurdî bê xurtkirin.
Komxebata Sînemaya Kurdî ya Ewropayê ku di navbera 18-20ê Îlona 2026an de li bajarê Charleroi yê Belçîkayê hate lidarxistin, bi ragihandina encamnameyekê piştî sê rojan bi dawî bû. Gelek sînamegerên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê tev li komxebatê bûn. Sê roj nîqaş û gotûbêj li ser sînemaya Kurdî hatin kirin.
Di encamnameya ku ji aliyê Koordînasyona Komxebata Sînemayê Kurdî ya Ewropayê ve hatiye weşandin de, hate destnîşankirin ku pirsgirêkên sînemagerên Kurd ên li Kurdistan û Dîasporayê bi piranî dişibin hev. Tevî ku ezmûn û berhemên girîng di nav salan de hatine berhevkirin jî, nebûna zemîneke hevkariyê ya domdar rê li ber pêşketinê digire. Ev yek ne tenê hilberîna fîlman dijwartir dike, di heman demê de gihîştina wan a bi temaşevanan re jî sînordar dike.
Ji bo çareserkirina astengiyên heyî û bihêzkirina sînemaya Kurdî, di encamnameyê de biryarên bingehîn hatin girtin biryar û gavên hatî girtin wiha ne:
Pêngaveke girîng ji bo sînemagerên jin
“Sînemagerên jin ji bo lidarxistina Komxebateke sînemagerên jin li hev kirin. Naverok, rêbaz û dema vê komxebatê dê di demeke nêzîk de ji aliyê sînemagerên jin ve bê diyarkirin.
Zêdekirina derfetên hilberîn û fînansê
Bi vê komxebatê armanc ew e ku gihîştina sînemagerên Kurd bi fonên neteweyî û navneteweyî, derfetên hevhilberînê û mekanîzmayên piştgiriyê re bê zêdekirin. Her wiha parvekirina agahî û ezmûnên li ser van çavkaniyên fînanseyê dê were xurtkirin.
Berfirehkirina belavkirin fîlman
Avakirina têkilî û hevkariyan bi festîval, belavker, platform û saziyên sînemayê re hat armanckirin. Ev komxebat dê bibe alîkar ku fîlmên Kurdî bigihîjin temaşevanên berfirehtir û li qada navneteweyî zêdetir bên dîtin.
Piştgiriya perwerde û mentoriyê ji bo nifşên nû
Pêşxistina derfetên perwerde, mentorî û hevkariyê ji bo sînemagerên ciwan ên ku nû dikevin qada sînemayê tê planirin. Bi vî rengî, armanc tê kirin ku zanîn û ezmûna heyî dê ji nifşekî derbasî nifşekî din bibe.
Avakirina arşîv û danegeha sînemaya Kurdî
Arşîv û danegeheke berfireh li Kurdistanê û diasporayê dê bê amade kirin. Ev komxebat dê agahiyên li ser fîlm, sînemager û saziyên sînemayê bîne cem hev, her wiha dê ji bo xwendekar û lêkolîneran bibe çavkaniyeke vekirî.
Pêşxistina hevkariya navneteweyî
Avakirina têkiliyên domdar bi saziyên herêmî, Ewropî û navneteweyî re di warên hevhilberîn, perwerde, fînanse û festîvalan de dê were xurtkirin.
Domandina xebatê
Sê komên xebatê yên sereke (Hilberîn, Fînanse û Hevkariya Navneteweyî; Perwerde û Mentorî; Festîval û Belavkirin) dê piştî komxebatê jî xebatên xwe bidomînin da ku pêşniyarên xwe hîn bêtir bînin cih.
Avakirina Koordînasyoneke 11 Kesî
Ji bo koordînasyona di navbera komên xebatê de, şopandina biryarên hatine girtin û amadekirina gavên pêş, komîteyeke koordînasyonê ya 11 kesî hate avakirin.
Ev ne dawî, destpêkeke nû ye
Civîna Charleroiyê ne wekî encama xebateke qediyayî, lê belê wekî destpêka pêvajoyeke nû û demdirêj tê dîtin. Koordînasyonê spasiya hemû sînemager, nûnerên festîvalan û kesên ku ked dan vê pêvajoyê kir û ragihand ku encamên berfirehtir dê di dema pêş de bi raya giştî re bên parvekirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN







