‘Bayê Payîzê’ yê jinên defjen

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 23 Îlon 2026 - 16:30

 

Bi dirûşma "Bayê Payîzê û Dengê Defên Jinên Koyî", konsera yekem a Enstîtuya Daf a Zeynep Xanê li Hola Rektoratê ya Zanîngeha Koye hat lidarxistin. Di sê mehên borî de, jinên pêşeng ên Koysancaqê bi konsereke taybet ku jêhatiyên xwe yên zêrîn nîşan dan, biryar û çanda xwe ya resen a Kurdî kirin yek. Duh, yekemîn konsera “Koma Defê ya Zeyneb Xan" li Koysancaqê ku cihekî dîrokî yê girîng û xweşik e, hat lidarxistin. Ev kom li herêma Kurdistanê yekem koma defê ye ku bi tevahî ji jinan pêk tê.

Koma ji 22 muzîkjenan pêk tê, piştî dewreyeke perwerdeyê ya sê mehan a dijwar derket ser dike. Di vê demê de, endamên komê li Enstîtuya Zeyneb Xan a li Koysancaqê, perwerdeya xwe ya domdar girtin, rîtmên defê yên curbecur pratîze kirin û deng û melodiyên xwe kirin yek. Di konserê de, atmosfereke folklorîk û giyanî ya bêhempa li holê serdest bû. Temaşevanan bi perçeyên muzîkê yên resen û stranên ku bi hev re bi rîtma defê hatine pêşkêşkirin, demên xweş derbas kirin.

‘Em ê xebat û çalakiyên xwe bidomînin’

Profesora zanîngehê Bahar Reza got: "Ez pir kêfxweş im ku min sê meh perwerdeya defê ji mamoste Mona Molay girt û îro konser da. Ez ji performansa xwe ya muzîkê û şiyana xwe ya ku bi awayekî serkeftî pêşkêş dikim, pir kêfxweş im. Di heman demê de, em spasiya Enstîtuya Zeyneb Xan dikin ku vê komê bi awayekî profesyonel perwerde kir. Wekî kom, em ê kar û çalakiyên xwe bidomînin û berhemên nû çêbikin."

Cîgira seroka Enstîtuya Zeyneb Xan Banaz Fateh, diyar kir ku ew jî beşdarî vê perwerdeyê bûye û wiha anî ziman: "Ez beşdarî kursa defê bûm ku yekem kursa taybet e ji bo jinan li Herêma Kurdistanê. Koma Zeyneb Xan wekî yekem koma defê ya jinan li herêmê konserek da. Me sê mehan perwerde dît û ji niha û pê ve em ê çalakiyên koma xwe û beşdariya xwe ya hunerî bidomînin."

Jinên Koye ji dîrokê ve heta niha pêşeng in

Endama Koma Defê ya Zeyneb Xan Niyan Saleh, wiha got: "Em sê meh in perwerdeyê dibînin û îro me yekemîn konsera koma xwe li hola Zanîngeha Koye li dar xist. Ez yek ji 22 jinên di Koma Zeyneb Xan de me. Jinên Koye ji demên berê ve pêşengiya xwe îsbat kirine û îro em vê hunerê wekî yekem koma defê ya jinan bi pêş dixin. Ez spasiyê kesên ku sê meh hewldan re dikim."

ŞILÊR KOYÎ-JÎNHA/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.