Gerînendetiya Çand û Huner a Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê şertên tevlîbûna Mihrîcana Osman Sebrî ya Çaremîn diyar kirin. Tê payîn ku mîhrîcan 11`ê Cotmehê li dar bikeve.
Dirûşma mihrîcanê îsal "Bi wêjeyê em bi pêş dikevin" e. Ji ber ku li herêmê vîrusa korona belav dibe, Gerînendetiya Çand û Huner mihrîcana îsal di asta pêşbirkên wêjeyî yên mîna çîrok, helbest û pexşanê de sînordar dike. Par jî ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mihrîcan li dar neketibû.
Nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarin tevlî pêşbirka wêjeyê bibin, bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî, di beşên helbest, kurteçîrok û pexşanê de.
ANHA/QAMIŞLO