Orka ev 5 sal in kezeba semasiyan dixwin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 2 Tîrmeh 2022 - 09:55

Hût, yan jî balînayên kujer orka, ev 5 sal in semasiyan dikujin û kezeba wan dixwin. Li gorî rayedarên Efrîkaya Başûr du orkayan, li Port û li Starboardê ji 2015´an ve herî kêm 8 semasiyên mezin ên spî kuştine.

Herdu orkas jî nêr in. Wan ji van 8 semasiyên mezin ên spî, gava ku wan heft kuştine, tenê kezeba wan û belkî dilê wan xwarine. 

Orka kujer û êrişkar in. Lê hê weke van her du orkayan, ti nimûneyên din ên orkayan nînin ku bi carekê sîstema ekolojîk a li dora xwe guhertibin.  

Li gorî zanyaran ji dema ku her du orka li deverê ne, hejmara semasiyên spî li deverê bi carekê gelekî kêm bûye. 

Bi ya wan, semasiyên spî, hewl didin xwe dûrî orkayan bigirin. Tevî ku heta bi 5 metroyan dikarin dirêj bibin û diranên wan ên weke kêran 300 heb in, ji tirsa orkayan semasî êdî bi eqarên peravên Port û Starboardê nakevin. 

Li aliyê din zanyar divê li bersiva pirsa, çima ev her du orka nêçîra semasiyên mezin ên spî dikin, bigerin. Lewma ew esas çi qasî xurt bin jî, xisûsî naçin nêçîra semasiyan. Ev jî bû sirreke nû ya behran.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Wêne:  Hennie Otto / Marine Dynamics / Dyer Island Conservation Trust. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.