- QSD'ê ragihand ku wan li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaayê rewş ewle kirine û destnîşan kir ku li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bi baldarî dewam dikin.
QSD'ê ragihand ku wan li beşa herî mezin a girtîgeha Sînaayê rewş ewle kirine û destnîşan kir ku li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê bi baldarî dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Girtîgeha Sînaayê gelek çeteyên ku li hemberî hêzên wan şer kirin, teslîm bûne.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:"Hêzên me gelek endamên çeteya DAÎŞ'ê yên li Girtîgeha Sînaayê tevlî şer bûn, neçar hiştin ku teslîm bibin.
Li ser vê bingehê hêzên me avêtin ser koxûşên li girtîgehê. Di encama van serdegirtinan de, nêzî saetek berê gelek çete teslîmî hêzên me bûn. Hêzên me endamên çeteya DAÎŞ'ê yên teslîm bûn, birin herêmeke ewle.
Hejmara endamên terorîst ên ku hêzên me ew mecbûrî xweradestkirinê kirine bilind bû û nêzî Hezar çeteyî ye. Hemleya hêzên me û oparasyonên ewlekariyê ji bo kontrolkirina tevahiya girtîgehê, didomin.
Her wiha hêzên me li herêmên Dêrazorê, Reqa û Hesekê bi baldarî hemleyên berfireh ên paqijiyê didomînin."
QSD'ê roja Sêşemê diyar kiribû ku ji êrişa 20'ê Çileyê û vir ve 550 çete teslîm bûne.
HESEKÊ