- Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 26'ê Çileyê de kontrolkirina girtîgeha Sînaa û radestbûna nêzî 3 hezar û 500 çeteyên girtî yên beşdarî êrişa şaneyên DAIŞ'ê bûbûn, ragihand.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 26'ê Çileyê de kontrolkirina girtîgeha Sînaa û radestbûna nêzî 3 hezar û 500 çeteyên girtî yên beşdarî êrişa şaneyên DAIŞ'ê bûbûn, ragihand.
Piştî kontrolkirina girtîgeha Sînaa, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê hemleya lêgerîn û lêkolînên ewlehî û leşkerî di hundir girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran di roja duyemîn de, berdewam dikin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn doh li taxên din ên bajarê Hesekê dest bi operasiyoneke lêgerînê kir, di heman demê de li taxên Xiwêran û Zihûr hemleyên lêgerîna şaneyên DAIŞ`ê didomînin. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî wesaîtên leşkerî û zirxî di dema lêgerîna malan de operasyonên lêgerînê, didomînin.
Hejmarek cebilxane di girtîgeha Sînaa de hate dîtin
Operasyonên lêgerînê di hundirê girtîgeha Sînaa de hejmarek çek ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de bûn, girtin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn Kalashnikov, BKC, cebilxane, bombe û kemberên teqemeniyê desteser kirin.
HESEKÊ