Operasyon bersiva komployê ye

Duşem 19 Sibat 2024 - 00:20

  • Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zê ‘Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan’ lidarxistin. Di operasyonê de yek ji serpêl (Yûzbaşi) 37 dagirker hatin kuştin. Gelek çek û cebilxane hatin desteser kirin. Di operasyonê de gerîlayek jî şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên berfireh ên li ser operasyona şoreşgerî ya li Zê eşkere kir û wiha got:"17'ê Sibatê saet di 12:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, li dijî dagirkerên ku li qadeke bingehîn a baregehê bi cih bibûn, Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Dogan Viyan hate lidarxistin. Di operasyona şoreşgerî de ku bi taktîka êrîşê hate destpêkirin, ji gelek baskan ve li çeperên dijmin hate xistin, çeper hatin têkbirin û bidestxistin. Hêza operasyonê ya profesyonel ku bi ruhê fedaî yê Apoyî bi ser dijmin ve çû, bi lez qada baregehê ji dagirkeran stend, çû ser cenazeyên dagirkeran û dest danîn ser çekan. Piştî ku bombeavêj, roketên B-7 ên dagirkeran ji ser wan hatin rakirin, li dijî dagirkeran hatin bikaranîn. Tevî çekên hatin desteserkirin, malzemeyên dagirkeran, tevî kon û konteyniran, qada baregehê bi temamî hate şewitandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku çûn ser cenazeyên dagirkeran, tespît kirin ku bi giştî 37 dagirker hatine cezakirin. Di heman demê de tespît kirin ku yek ji dagirkerên hatiye cezakirin serpel û fermandarên asta jêrîn in. Hêzên me dest danîn ser hin malzemeyên fermandarên dagirker. Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de 15 çeper, 7 konteynir, cebilxaneyek, qadeke muhabere, qadeke çavdêriyê, 2 çekên A4, çekek bombeavêj, 2 sîstemên radar û 5 kamerayên mobesse bi temamî hatin îmhakirin.

Amûrên ji ser dagirkeran hatin rakirin

Li ser dagirkerên hatin cezakirin 8 çekên MPT-55 ên ferdî, 8 şarjorên çekan ên MPT-55, 5 çekên otomatîk ên BKC, lûleyeke çeka otomatîk a BKC, 300 fîşekên çeka BKC, çekek bombeavêj a yekane, 3 çekên bombeavêj, tivineke sekvaniyê ya bi marka Bora, şarjor û malzemeyên wê, çekek bombeavêj a B-7, 2 çekên pompeyî, debanceyek, 8 kamerayên bi dûrbîn, 4 dûrbînên şevê, dûrbînek rojê, 11 dûrbînên çekê, 2 amûrên destnîşankirinê, cîhazeke bêtêl a mezin û akuya wê, 4 cîhazên bêtêl, 2 bombeavêj, 3 ronahiyên işaretkirinê, 3 kemînên wênegiriyê, 2 panelên enerjiyê, 2 kamerayên mobesse, 7 çavkaniya hêzê (powerbank), teleskopek, bataryayeke şarjê, kasekî leşkerî, 2 sensor, 3 telefon û çenteyek hatin desteserkirin.

Gerîla Şervan şehîd bû

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan de milîtanê leheng hevrêyê me Şervan ên bi ruhê fedaî tevlî bû, bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Dijmin dîsa derewan dike

Di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Dogan Viyan de derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin, windahiyên gelekî giran da, li girê ku weke qada baregehê bi kar dianîn hemû hêza wan tevî fermandarên wan hatin cezakirin, malzemeyên wan hatin desteserkirin, malzemeyên leşkerî yên mayî tevî cihê lê hatin şewitandin û tinekirin. Artêşa dagirker tevî ku windahiyên giran da, bi saetan daxuyaniyek neda, piştre jî tenê diyar kir ku leşkerekî wan miriye, leşkerek jî birîndar bûye. Her wiha bi derewan destpêkê got 6 piştre jî got 8 gerîla şehîd bûne. Di serî de gelên Tirkiyeyê û raya giştî divê zanibin ku di vê operasyona şoreşgerî de 37 leşkerên ku ji bo siyaseta şer a rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst û ji bo berjewendiyên wan di şert û mercên zivistanê de bi ser çeperên gerîla ve hatine şandin, hatin cezakirin. Berpirsyarê vê yekê jî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ye, tevî ku hewl dide rastiyê veşêre û bi derewan cuda nîşan bide jî rastî bi vî rengî ye. Çawa ku beriya niha bi belgeyan rastiya vî şerî bi raya giştî re hate parvekirin, ji niha û pê ve jî wê belgeyên şer bêne parvekirin. Di vê operasyona şoreşgerî de berevajî îdîayên 8 windahiyên me nîne. Hevrêyê me Şervan bi lehengî şer kir û şehîd bû. Ji bilî vê ti windahiyên me û birîndarên me nîne.

Ev bersiveke li dijî komployê ye

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan di sala 26'an de bersiva li komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ye ku weke rojeke reş derbasî dîroka gelê me bû. Li dijî komploya navneteweyî ku armanca xwe tunekirina Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ye û qirkirina gelê Kurdistanê ye, gelê me, hevrêyên me yên li zindanan û gerîlayên me yên azadiyê bi berxwedana mezin a 25 salan komplo bêencam hiştine. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Dogan Viyan nîşan dide ku ev berxwedan wê di kîjan astê de dewam bike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî tecrûbe, biryardarî û hêza têrker e ku di sala 26'an de ya komployê, hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.