Omicron tê nav malê

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:21

  • Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) da xuyakirin ku di nava 6 ta 8 hefteyan de nivê nifûsa Ewrûpayê wê bi varyanta omicron a vîrusa Koronayê bikeve. 

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) da xuyakirin ku di nava 6 ta 8 hefteyan de nivê nifûsa Ewrûpayê wê bi varyanta omicron a vîrusa Koronayê bikeve. 

Rêveberê Herêma Ewrûpayê yê WHO´yê Hans Kluge got, ev varyant ji yên beriya xwe bi leztir belav dibe. Kluge bang li dewletan kir ku bikaranîna maskeyên bi kalîte ferz bike û xurtkirina derziya parastina ji Koronayê jî pêşî bide xebatkarên tenduristiyê, kal û pîran, û kesên rîska nexweşiya giran li ser wan heye. 

Li aliyê din Înstîtuya Robert Koch (RKI) da zanîn ku hejmara pêketiyan doh ji 80 hezarî bihuriye û gihiştiye asta xwe ya herî bilind. Kesên ku heta îro li Elmanyayê bi vîrusê ketine bûn 7 milyon û 661 hezar û 811’an. Kesên ji ber Koronayê mirine jî bûn 384 zêde bûn û bûn 114 hezar û 735.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.