‘’Olurum Turkiyem’’ pê dane xwendin

Pêncşem 1 Tebax 2024 - 01:25

Muslum Guneş ê li Rihayê ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatî destîrkirin got dema destgîrkirinê bi darê zorê strana nîjatperestiya Tirk ‘’Olurum Turkiyem’’ (‘’Bo te dimirim Tirkiyeya min’’) pê dane xwendin. Guneş her wiha diyar kir piştî destgîrkirinê ew ji kar jî hatiye avêtin û kesek kar jî nadiyê.

Muslum Guneş ê 29 salî 27’ê Tîrmehê li Karakopriyê ya Rihayê ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal ên sala 2019’an bi îdîaya propagandaya rêxistinê hate destgîrkirin û 28’ê Tîrmehê bi şertê kontrala edlî hate berdan.

Guneş têkilî destgîrkirinê got,’’ Dema ku ez destgîr kirim, serê min li dîwar xistin, kelemçeya berpişt li min kirin. Xwestin ez dakevin ser çokên xwe. Di wê kêliyê de çêr li min kirin. Di rê de dîmenên min qeyd kirin û bi darê zorê strana ‘Dimirim Tirkiyem’ li min dane xwendin.’’

Bêhna min diçikiya

Têkilî miemeleya ku dîtî Guneş ev agahî dan: “Ez li erdê dirêj kirim û bi pê li pişta min kirin. Ji ber nexweşiya min a bêhnçikiyê hebû, bêhna min derneket. Min got qey pişta min şikest. Piştî ez hatim berdan, min dît ku dîmenên min hatine parvekirin. Ji ber min strana Kurdî guhdar kir,  pê re min destê xwe rakir, ev tişt anîn serê min.’’

Ji kar hate avêtin

Guneş da zanîn ku ew ji ber hatiye destgîrkirin, bêyî kar hatiye hiştin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî destgîrkirinê ez çûm li cihê xwe yê kar û ji min re hat gotin ku tu ji kar hatiyî derxistin. Ez ji karê xwe bûm. Ji ber dîmenên min yên ji hêla midûriyeta polîsan ve hatiye parvekirin kes min nagire kar. Ez gilîkarê midûriyeta polîsan û kesên ku dîmenan bi ser hesabên medyayê parve kirine me. Ez di kirê de me û bêyî kar mam. Divê dîmenên hatine parvekirin bên rakirin.” 

Guneş ji ber agahiyên wî yên takekesî hatine parvekirin û di bin çavan de muamileya xirab lê hatiye kirin, serî li Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê da.

Parvekirina agahiyan qedexe ye

Parêzerê ji Baroya Rihayê Kazim Ekîncî û Serokê Navenda Mafên Mirovan Ahmet Taş destnîşan kirin ku parvekirina agahiyên takekesî derveyî hiqûqê ye. Taş destnîşan kir ku di demên dewî de dîmenên gelek kesan bi ser hesabên medya dîjîtal hedef hatine nîşandan û wiha got: “Parvekirina dîmenên û agahiyên kesan li madeya 187 a CMK’ê qedexe ye. Ji ber karîneya bêgunehiyê tu dîmenên bersûcan nayê parvekirin. 

Ev stran amûra zext û çewisandinê ye

Prz. Taş bal kişand ser bi darê zorê xwendina “Dimirim Tirkiyem” û qeydkirina dîmenan û wiha derbirî: “Ev stran ne stanekî ji rêzê ye. Wek amûrekî zext û çewisandinê tê bikaranîn. Ev stran bûye malê nijadperestiyê. Dema li demboriya stranê tê nêrîn, eşkere ye ku di xebatên nijadperestiyê de hatiye bikaranîn. Di demên dawî de ev stran wek amûrekî îşkenceyê hat bikaranîn. Ev sepan ne erk û peywira polîs û cendirmeyan e, keyfî ye. Ev li Mêrsînê jî hate kirin û bêyî ceza ma. Ji ber derbarê polîsan de lêpirsînek nehat destpêkirin îro li Rihayê tê kirin. Polîs ji erka xwe derdikeve û van tiştan dike. Me serlêdanê girt û em ê derbarê berpirsyaran de di rojên pêş de giliyê bikin. 

MA/EMRULLAH ACAR/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.