- Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Oldenburg ê Elmanyayê ye.
Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê girtin, dewam dike. Nobedarên vê hefteyê komek ji bajarê Oldenburg ê Elmanyayê ye.
Nobedê 25’ê Hezîrana 2012’an li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê dest pê kiribû. Çalakî li taxa Orangerîe-Robertsaû dewam dike ku avahiyên saziyên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Parlamenta Ewropayê lê ne.
Vê hefteyê komeke ji bajarê Oldenburgê yê Elmanyayê ji koma Berlînê nobed dewr girt. Nobedarên vê hefteyê Denîz Aydin, Sehlettîn Ege û Mediye Xelîl in.
Denîz Aydin bi navê komê axivî û bi biryar got, heta Rêber Apo azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.
ANF/STRASBOURG