O’Keeffe; dayika modernîzma Emerîka

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 25 Gulan 2023 - 05:17

  • Şêwekara Emerîkî Georgia O’Keeffe hema bêje sedsaleke sax li vê dinyayê ma. Di nav van salan de wê gelek resm çêkirin. Piştî ku kor dibe jî dev ji çêkirina resman bernade û dixwaze her biafirîne. Di warê şêwekariyê de stîleke resen ava kir ji bo xwe, û pêşengiya karên modern kir. Ji ber wê, ew li dinyayê weke “dayika modernîzma Emerîkayê” tê zanîn.

Li dinyayê hin şêwekar hene bi sekn û şêwaza xwe ya resen her dimînin di bîra xelkê de. Georgia O’Keeffe fîgûreke pêşeng bû di warê şêwekariyê de. Wê hem şêwekarên di dema xwe de û hem jî yên piştî xwe di bin tesîra hunerê xwe de hiştin. O’Keeffe herî zêde jî bi menzereyên xwe yên “New Mexico”yê tê zanîn. Ji ber xebatên wê yên di vî warî de ew di heman demê de weke “Dayika modernîzma Emerîkayê” jî tê zanîn. Tabloya wê ya bi navê “Jimson Weed /Kulîlka Spî” ku navê kulîlkekê ye di sala 2014’an de bi 44,1 milyonî hate firotin. Helbet ji bo nirxandina karekî, bihayê wê ne pîvan e, lê bihayê vê tabloyê di nav tabloyên şêwekarên jin ên ku beriya wê bi bihayê herî zêde hatibûn firotin, sê caran zêdetir bû. Yanî mirov dikare bibêje, li dinyayê di nav şêwekarên jin de kesa tabloyên wê herî biha ne, hîna jî O’Keeffe ye. 

O’Keeffe di sala 1887’an de li Sun Prairie, yanî li Emerîkayê ji dayik dibe. Hîna zarok e,  ji mamosteyeke herêmê dersên şêwekariyê digire û ji resmandinê hez dike. Di navbera salên 1905 û 1906’an de li “Înstîtûya Chicago ya Hunerê” dixwîne û li wir fêrî gelek teknîkên şêwekariyê dibe. Her ku diçe “xweza” dibe mefhûmeke girîng di şêwekariya O’Keeffe de. Ji xwezayê hez dike û li xwezayê digere. Serdanên wê yên New Mexico dikin ku di bin bandora çanda Hîspanîk de bimîne. Menzereyên li wir pirr tesîrê lê dikin. Xweza dike ku hizr û qeweteke din pê re çêdibe û bi boyaxa avî menzereyên xwezayê yên mezin çêdike. Ew bêhtir bi menzereyên razber dadikeve û resmên wê ekserî razber in. Yanî resmên O’Keeffe heta hûn bibêjin bes, besît in û ji rêzê tên xuyanê, lê ev nayê wê maneyê ku bêyî nihêrîn û bingehekî ne qehîm in.  

Naxwaze yekser kopya bike

Em vê yekê ji vê gotina wê tê derdixin: “Gava ku min li tiştekî nihêrî, divê ez wî tiştî hîs bikim û ev hîskirina min bibe wesîleya afirîneriyê. Ne ku li tiştekî binihêrim û bêyî ku wî tiştî hîs bikim yekser kopya bikim!” Piştî salên 1950’î, ji bo bergeha xwe firehtir bike li gelek deverên dinyayê geriya. Ji lûtkeyên çiyayên Peruyê heta bi Japonyayê ango Çiyayê Fujiyê geriya û hizrên ku di van serdanan de pê re çêbûn, bi resman îfade kirin. O’Keeffe piştî 73 saliya xwe ji xwe re mijarên nû jî dîtin. Wê di van salan de bêhtir resmên ewr û asîmanan çêkirin. 

Dibînim ka dixwazim çi biresmînim

Di sala 1972’yan de nexweşiyek li O’Keeffe peyda bû; korbûn! Wê bêyî alîkarî, yanî bi serê xwe herî dawî di van salan de resm çêkirin. Piştî van salan, mecbûr bû ku bi asîstanan re bixebite da ku karên wê hêsantir bikin. Wê nedixwest karên xwe nîvco bihêle. Gava di sala 1977’an de dibe 90 salî, dibêje, “Ez dibînim ku dixwazim çi biresmînim. Ew tiştê ku dixwaze em wê biafirînin, hîna jî li wir e. Ez vî tiştî hizir dikim.” 

 

Piştî kor bû jî resm çêkirin

Carol Merrill yek ji asîstanê O’Keeffe bû. Ew dide zanîn ku wê her tim korbûna xwe veşartî ye û nehiştiye kes pê bihese ku çavên wê nabînin. Wê ji Carol Merrill re gotiye, çavên wê hino hino kêm dibînin lê ev yek li hember karên wê nebûye asteng û tevî korbûnê jî ji bo biafirîne xebitiye. Lê kesê ku xebatên wê li pêşangehan nîşan didan û difirotin, ji O’Keeffe xwestiye ku ew vî tiştî veşartî bihêle, naxwe dê nikaribe alîkariyê pê re bike û tabloyên wê bifiroşe. Yanî li gorî agahiyên ku asîstanê wê dide O’Keeffe piştî korbûnê jî gelek wêne çêkirine. Ev wêne bêhtir motîfên di xeyalên wê de bûne, ji ber van motîfan, mirov ptê derdixe ku hafizeya wê her ji bo huner xebitiye û ew xwedî afirîneriyeke xurt bûye.

Ne ‘hunermenda jin’ tenê ‘hunermend’

O’Keeffe wextêkê bi fîgûrên feminîst jî dadikeve û hêmayên femînîst jî bi kar tîne di karên xwe de. Hin kesan ew weke îkonografiya femînîzmê jî bi nav kir. Lê O’Keeffe ti carî tevlî tevger û rêxistinên femînîst nebû. Jixwe, ew li hemberî wan projeyan bû yên ku tenê jin di wan de hebûn û tevlî projeyên bi vî rengî jî nebû ti carî. Her wiha peyva “Hunermenda jin” jî qebûl nedikir û dixwest ji bo wê tenê peyva “hunermend” were bikaranîn. 

Georgia O’Keeffe, sala 1986’an, dema 98 salî bû li Santa Fe wefat kir. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.