OHD wê têkilî Imralî serlêdanê bike

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:50

  • Hevserokê OHD’ê Îshak Demîrel têkilî bersiva Wezareta Dadê ya Tirk a têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan got,’’bi nakok e’’, cezayê disîplînê weke ‘qilif’ê pênase kir û got ew ê ji bo Imraliyê dîsa serî li wezaretê bidin.

ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Îshak Demîrel derbarê bersiva Wezareta Dadê ya Tirk a têkilî tecrîda li Imraliyê axivî.

Demîrel, diyar kir ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê  tê girankirin û anî ziman ku ji bo rewşa “agahînegirtina mûtleq” a heyî ji holê bên rakirin ketina nava gelek hewldanan. Demîrel serlêdana  hezar û 330 parêzerên ji 35 baroyan di 22’yê çileya 2023’yan bi bîr xist û anî ziman ku têkildarî bersivê ji Wezareta Dadê baş an xirab tu bersiv wernegirtin. Demîrel, qala bersiva Wezaretê ya “tecrîd nîne, ji mafên xwe sûdê werdigirin” kir, bal bire ser ku bersiva hatiye dayîn li hev nake û li dijî rastiyê ye. Demîrel diyar kir ku tevî serlêdana parlamenteran têkildarî pêvajoya ji sala 1999’an û taybetî piştî 2011’an dest pê kirî bû, wezaretê tenê derbarê sala 2023’yan de bersiv daye. 

Bersiva Wezaretê li hev nake

Demîrel, bi van gotinan destnîşan kir ku daxuyaniya Wezareta Tirk çawa li hev nake : “Di bersiva hatiye dayîn de dibêje ku li Girava Îmraliyê tecrîd nîne, hikumxwarî ji mafên xwe sûdê digirin lê dema em nivîsê lêkolîn dikin bêyî ku em bikevin beşa wê ya hiqûqî nakokî di nav de hene. Di rûpelên ewil ên nivîsê de her çiqas mafên hikumxwariyan li gorî qanûnê hatibin bi bîr xistin jî tê diyarkirin ku ji ber cezayên dîsiplînê ev mafên wan hatine sînorkirin û hevdîtin nayên kirin. Xisûsa ku bi taybetî di nivîsê de balê dikişîne ew e ku; tê gotin ku di nava sala 2023’yan de cezayekî dîsiplînê yê ku hevdîtina bi parêzeran re qedexe bike nîne. Lê li gorî agahiyên me ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi dest xistine, di nava sala 2023’yan de heta di sala 2024 û beriya wê, di sala 2022’yan de ji bo hevdîtina bi parêzeran re gelek caran serlêdan hatine kirin lê ji van serlêdanan re ne bersivek tê dayîn ne jî bi birêz Ocalan re ne jî bi hikumxwariyên din re tu hevdîtin nayên kirin.’’

Cezayê disîplînê lê tînin

Têkilî cezayê disîplînê jî Demîrel wiha got: ‘’Ev cezayên dîsiplînê jî meseleya li gor qilifê wê çêkirine. Ji ber ku ev cezayên dîsîplînê yên em li girtîgehên din dibînin, bi temamî cezayên dîsîplînê yên tên çapkirinin. Behsa cezayên dîsiplînê yên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê didin dikin. Lê em dizanin ku ev lijne bi çi awayî biryaran dide û ji avadaniyeke çawa pêk tê. Bi hincetên çêkirî yên ku girtî kêm pirtûkan dixwînin, ji avê û ceyranê teserûf nakin û ji pirtûkxaneyê pirtûkan nagirin ên tu bingeheke wan a hiqûqî nîne cezayên dîsiplînê tên dayîn. Ji ber piştî bersiva Wezareta Dadê hate diyarkirin ku cezayekî nû yê dîsiplînê heye jî dide nîşandan ku tecrîd didome.”

Em ê dîsa serî li wezaretê bidin

Demîrel, destnîşan kir OHD xwe amade dike ku têkildarî Îmraliyê dîsa serî li Wezareta Dadê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em plan dikin ku hem ji bo hevdîtin were kirin hem jî ji bo bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike serlêdaneke nû bikin. Divê ev rewş bi OHD’ê re bisînor nemîne. Em li bendê ne ku hemû saziyên hiqûqê yên demokratîk û raya giştî di vê mijarê de bi hestiyar bin. Ji ber ku ev tecrîd ne rewşeke wiha ku tenê bandorê li me dike ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.