Odeya Bijîşkan a Amedê, xeleta 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê'' da Emîne Şenyaşar.
Odeya Bijîşkan a Amedê di çarçoveya bernameya 14'ê Adarê, Hefteya Cejna Tibê de xelata, 'Aştî, Dostanî û Demokrasiyê'' îsal da Emîne Şenyaşar. Ev xelat ji salên 90'î û wir ve tê dayîn.
Xizm û parêzvanên parlamenterê AKP´ê yê Rihayê, Halîl Ibrahîm Yildiz, hevjînê Emîne Şenyaşar û 2 kurên wê bi hovîtî li nexweşxaneyê qetil kiribûn.
Ji bo cezakirina komkujeran û berdana kurê xwe, ew ji 361 rojan ve nobeta edaletê digire. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a 9’ê Adara 2021’ê li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobeta xwe kiribûn. Odeyê ji ber vê têkoşîna wê, ew hêjayî xelatê dît.
Seroka Odeya Bijîşkan Elîf Tûran got, ''Rast hatiye dîtin ku em xelata xwe bidin Emîne Şenyaşar ku li gel her cûre zext û zordarî, destwerdan, destgîrkirin, lêpirsîn, şerten xirab ên hewayê jî bi rengekî biryardar nobeta xwe ya dadê domandiye, bi çalakiya bêîtaetiya sivîl a bêmînak, bêdadiya li Tirkiyê teşhîr kiriye, bûye sembola lêgerîna li dade, korbûna rayedarên ku divê dadê ava bikin û kerrbûna wan, li kuçeyan şanî me hemûyan daye.''
Dîmen di arşîva dewletê de ne
Kurê Yadê Emîne, Ferît Şenyaşar jî doh ji çapemeniyê re di dema nobetê de peyivî û got, “Dîmenên li ber nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne. Yên qetlîam kirine diyar in. 7 dozgerên ku li doza tiştên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimîne, ji me re gotin, ‘me li dîmenan temaşe kiriye û me 23 kes tesbît kirine’. Tayîna van dozgeran derxistin. Niha jî ev dozgerên dosyeyê venakin, sûc dikin. Heta ku edalet bi cih were, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
RIHA/AMED