Ocalan xeta me ya sor e

În 28 Hezîran 2024 - 02:45

  • Kurd û dostên xwe yên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê, bajarê Cenevre yê Swîsreyê, bi armanca daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û silavkirina Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê çalakî lidarxistin.

Ji bo silavkirina salvegera 12'an a çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Strasbourgê tê lidarxistin û ji bo saziyên navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê mîtîngek hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê axaftin li ser armanca çalakiyê hate kirin. Di axaftinê de hate gotin:"Çalakiya herî demdirêj û bi biryar a cîhanê 12 sal li pey xwe hişt. Kurd û dostên wan li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê lê ye 12 sal in ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe çalakiyê dikin. Rêber Apo ji bo me xeta sor e. Heta niha Rêber Apo jiyan da me. Niha jî wezîfeya me ye ku em azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin." Mîtîng bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" û "Dîktator Erdogan" bi dawî bû. Komek e faşîst ên Tirk bi gotinan êrişî girseya gel kir, lewma ji bo demeke kurt rewşeke aloz rû da.

Qanûnên xwe bicîh bînin

Kurdên li Swîsreyê jî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” li pêş Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) li hev civiyan û heta Ofîsa NY’ê meşiyan.

Meş piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) a çalakiya fedayî pêk anî, destpê kir. Di meşa ku bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hate lidarxistin de, ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dirûşme hatin berzkirin.

Meş li qada Natîons ku Ofîsa NY’ê lê ye bi dawî bû û mitîng hat lidarxistin.

Dev ji pergala qirkirinê berdin

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Îbrahîm Yuksel axivî û bi bîr xist ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, di meha 39'an de ye û got:“Rêber Apo bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêşengiyê ji gelên cîhanê re dike. Tecrîda li dijî Rêbertiya me li dijî paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo ye.” Yuksel bal bire ser qirkirinên li ser gelê Kurd û anî ziman ku desteserkirina şaredariyan qirkirineke siyasî, civakî û çandî ye. Îbrahîm Yuksel bi bîr xist ku berxwedana zîndanan a li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û got:’’Nobeta azadiyê ya ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin, li Strasboûrgê sala 12’emîn, li Cenevreyê jî sala 3’emîn li pey xwe hişt. Em careke din bang li Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dikin; Qanûnên xwe bi cih bînin, dev ji erêkirina pergala qirkirin û êşkenceyê ya dewleta dagirker berdin.” Piştî axaftina Yuksel, metna daxuyaniyê ya zimanê  Fransî ku li ser navê CDK-S’ê hatibû amadekirin, ji aliyê Ramazan Baytar ve hate xwendin. Li ser navê Dîwana Hevserokatiyê ya KCKD-E Mehmet Aslan jî wiha got:“Heta ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe em ê li qadan bin. Divê êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.” Li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Hatîce Kandal jî axivî û got:“Em jinên Kurd heta ku Rêberê me bi awayekî fîzîkî azad bibe têkoşîna xwe bidomînin. Di şewata ku beriya 2 rojan derket de gelê me şewitîn, xweza hat talankirin. Têkoşîna me ya li dijî van êrişan jî wê bidome.” Piştî axaftinan serdana konê çalakiyê ku ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her Çarşem li qada Natîonsê tê vekirin, hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.