Ocalan vîna milyonan kesî ye

Çarşem 24 Çile 2024 - 04:55

  • Aktîvîsta TJA’yê ya di greva birçîbûnê de Zelal Bîlgîn diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan çareseriya herî rast daniye holê û got: Dema vîna bi milyonan kesî dîl girtî be, ma mirov dikare behsa çareseriyê bike?

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê li sedan girtîgehên delweta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 59 rojan li pey xwe dihêle. Xizmên girtiyan jî, ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe, li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Izmîr, Edene û Mêrsînê dest bi Nobeta Edaletê kirine. Nobeta malbatan jî bi biryardarî dewam dike. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn yek ji van girtiyan di greva birçîbûnê de ye û niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê girtin; Zelal Bîlgîn da zanîn ku li girtîgeha ew lê, û li girtîgehên bi tîpên Y û S bi temamî tecrîd heye. Zelal Bîlgînê anî ziman ku êşkenceya derûnî, civakî, fizîkî û çandî jî heye û got, girtîgeh veguherîne "kampên êsîran". Bîlgînê diyar kir ku bi greva birçîbûnê re ev rewşên ku ew wekî polîtîk pênase dike, girantir bûne. Tevî vê yekê jî moral û motîvasyona wan hîn geştir bûye û grev bi coş derbas dibin û got, “Em, di heqîqeta armancê de tên cem hev. Em ruhê xwe bi azweriya azadiyê têr dikin. Em li dijî feraseta faşîst a ku dixwaze vê azweriyê tine bike û her rewşê vediguherîne firsendeke êrişê, têdikoşin."

Dixwazin çalakiyê sabote bikin

Bîlgînê diyar kir ku piştî wan dest bi grevê kiriye, her roj midûrê girtîgehê, gardiyan û derûnas jî di nav de gelek kes tên qawîşan. Ev rewş sepaneke “taybet” e. Bîlgînê da zanîn ku ev kesên tên qawîşê ji wan girtiyan re yên di grevê de dibêjin, "Hûn pirr jar û zeîf bûne”, “Heger ez bûma min ê xwarin bixwara", “Gelo ez jî têkevimê, ez jar û zeîf bibim?", "Ma wê çi bibe, dest jê berdin" û "Daxwazeke te ji me heye?" û bi vî awayî dixwazin grevê sabote û pûç bikin: “Armanca wan ew e ku çalakiyê bêwate bikin û îradeyê bi şerê derûnî bişikînin. Dema em armanc û daxwaza grevên birçîbûnê rave dikin, dibêjin 'ev zêdeyî qeweta me ne' û deriyên sê quflî li ser me kilît dikin û diçin." 

Ruhê berxwedana zindana Amedê 

Zelal Bîlgînê da zanîn ku daxwazên wan her kesî elaqedar dikin û got, “Her kes dikare tiştinan bike. Dikarin bi redkirina unsûrên vê pergalê dest pê bikin. Lê li şûna vê, dibin koleyê pergalê. Ji bo vê pêvajoyê xera bikin, li hin girtîgehan vîtamînan û pêdiviyên wekî şekir û xwê nayên dayîn. Armanc ew e ku pêvajoyê girantir bikin, hem ceza bikin hem jî bê îradebûnê birêxistin bikin. Her çiqas dizanin ku ew ê bi ser nekevin jî, dev ji van hewldanan bernadin. Tevahiya netewe, gel û zindanan bûn şahidê berxwedaneke sala temam." 

Zelal Bîlgînê anî ziman ku li dijî neheqiyên li wan tên kirin, bi her rê û rêbazê ew li ber xwe didin û got, “Grevên birçîbûnê jî yek ji wan rêyan e. Ev ruhê berxwedana mezin e ku, ruhê xwe ji berxwedana li zindana Amedê girtiye. Hêvî û baweriya giyanên fedayî yên grevên birçîbûnê yên sala 2018’an, hildigire. Ev ne rewşa birçîbûnê ye. Ev, daxwaza têrbûnê ya di nebûna heqîqetê ye." Bîlgînê da xuyakirin ku polîtîkayên înkar, qirkirin û asîmîlasyonê sed sal in di meriyetê de ne, lê çareseriya herî zelal ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye dayîn û got:"Bi perspektîfa Modernîteya Demokratîk, ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest û tune tên hesibandin rêya jiyana bi hev re û aştiyane danî holê. Gelên Tirkiyeyê bûn şahidê hin gavan ku di sala 2013'an de hatin avêtin û biryardayîna çareseriyê û aştiyê dîtin." 

Em berxwedanê mezin bikin

Zelal Bîlgînê ragihand ku gelê kurd Rêber Abdullah Ocalan wekî vîna xwe dibîne û ji aliyê gelên cîhanê ve ev hatiye qebûlkirin û got, “Bi milyonan kesan diyar kir ku birêz Abdullah Ocalan vîna wan e. Dema ku vîna bi milyonan kesî dîlgirtî be, ma em ê karibin behsa kîjan çareseriyê bikin? Yê dîlgirtî tenê ne birêz Abdullah Ocalan e. Ziman, çand, erdnîgarî û gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ye, bi sedan girtîgehan ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a meseleya kurd grevên birçîbûnê didomin û li 74 welatan bi heman dirûşmeyê çalakî tên lidarxistin. Bi vê re hêviya gelan a ji bo azadiyê xurt dibe. Lewma ez bang li gelê me û derdorên muxalif hemûyan dikim da ku bibin dengê zindanan û li dijî faşîzmê eniya şorşegeriyê xurt bikin. Ev zext wê bi azadiya birêz Abdullah Ocalan û bi çareserkirina meseleya kurd bê şikandin. Ji bîr nekin, heke em li derve negihin hev, em ê li hundir bên cem hev." 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.