Ocalan vîna me ye!

În 14 Hezîran 2024 - 00:25

  • Kurdan û dostên xwe li dijî tecrîdkirina mitleq a Rêber Abdullah Ocalan li Ottawa û Cenevreyê çalakî lidarxistin û gotin: Rêber Abdullah Ocalan vîna me ye!

Çalakvanên Cenevreyê ragihandin ku ew ê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bi şîara ‘Rêber Apo vîna me ye’ li hev bicivin. Çalakvanan dagirkeriya li Colemêrgê protesto kirin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dane destpêkirin, dewam dike. Di çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê de dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP- MHP’ê ya li Colemêrgê hat protestokirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê komîteya çalakiyê Mustafa Altunbaş axaftina vekirinê kir û diyar kir ku êrişên li dijî gelê Kurd û Kurdistanê bi awayekî li dijî mirovahî û hiqûqa navneteweyî dewam dike û got:“Her ku tecrîda li ser Rêber Apo kûr dibe, êrişên li ser gelê Kurd û Kurdistanê jî zêde dibin.” Altunbaş diyar kir ku binçavkirin û girtina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û desteserkirina şaredariyê parçeyek ji vê konseptê ye. Piştî axaftina Altunbaş metna daxuyaniyê ji aliyê Azîz Aslan ve hat xwendin.

Banga tevlîbûna meşa navendî ku bi wesîleya 12’êmîn salvegera çalakiya nobetê di 25’ê Hezîranê de bê lidarxistin, hat kirin û ev peyam hate dayîn “Em ê li pêşiya CPT’yê bibêjin Rêber Apo vîna me ye.”

Parlemena Kanadayê qada çalakiyê bû

Li paytexta Kanada Ottawayê, ji bo rakirina tecrîdê û azadiya girtiyên siyasî yên Kurd, li ber avahiya Parlamentê çalakiyeke mezin a protestoyî hat lidar xistin. Kurd û dostên wan ên ji Toronto, Ottawa û Montrealê li hev civiyan û xwestin girtiyên siyasî werin berdan û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Di serî de Rêber Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên di doza kûmpasê ya Kobanê de hatin cezakirin, daxwaza berdana girtiyên siyasî hate kirin. Di xwepêşandanê de işaret bi rewşa girtiyan hate kirin ku ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Kurd û rakirina tecrîdê di çalakiyê de ne û desteserkirina şaredariya Colemêrgê hate şermezarkirin.  

Çalakgeran pankartên bi nivîsa "A Political Solution for Kurdistan and Freedom for Ocalan", "Free Unjustly Detained Kurdish Politicians", "Defend Rojava" hildan. Her wiha afîşên “Defend Kurdistan against Turkish Occupation”, “Stop Turkey’s war on the Kurds”, “Freedom for Demirtaş” bal kişandin.  

Di çalakiyê de demeke dirêj dirûşmên “Freedom for Kurdistan, Freedom for Ocalan”, “Turkey out of Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin. Di çalakiyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku li dijî bêhiqûqiyê bikevin nava liv û tevgerê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.