Ocalan tiştên paş perdeyê xwendine
Duşem 3 Adar 2025 - 03:05
Pisporê lêkolînên siyasî Dr. Midhet Hemad got banga Rêber Abdullah Ocalan însiyatîfeke girîng e û got:"Abdullah Ocalan ji aliyekî ve tiştên paş perdeyê xwendine û dizane dê siberoja doza kurdî çawa be."
Bertekên erênî yên hêz û kesayetên ji cîhanê yên der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de dewam dikin. Lêkolînerê xebatên Îranê û Asyayê yê li Zanîngeha Tanta ya Misirê û serokê Navenda El Farabî ya Lêkolînên Siyasî û Pêşketinê Dr. Midhet Hemad têkildarî mijarê got: “Daxuyaniya Abdullah Ocalan gelekî girîng e, ji ber ku lêvegereke nû ya siyasî, ramyarî, îdeolojîk û heta neteweyî jî diyar dike. Her wiha diyar dike ku wî hemû rewşên cîhanî û herêmê bi lêhûrbûnê xwendine û nirxandine.”
Ocalan tiştên paş perdeyê xwendine
Midhet Hemad destnîşan kir ku ev mijar stratejiyeke nû ya Rêber Abdullah Ocalan derdixe holê û wiha axivî: “Abdullah Ocalan ji aliyekî ve tiştên paş perdeyê xwendine û dizane dê siberoja doza kurdî çawa be, ji aliyekî din ve belkî wî hin planên rojavayî bi taybetî yên Amerîkayê jî dîtine ku dibe ev plan di salên bê de li dijî berjwendiyên stratejîk ên Kurdan û Tirkan bin, wekî berdewamiya plana li Sûriyeyê. Ev jî mijareke pir tirsnak e.”
Xwendina rast a dîmenê herêmî
Midhet Hemad di dawiya axaftina xwe de got Rêber Abdullah Ocalan rewşên li herêmê û yên navneteweyî dinirixîne û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan dixwaze siberoja doza Kurd rizgar bike, berevajî hin rêxistinên din ên siyasî, wekî Îxwan El Muslimîn ku ew qas bêaqil bû bi piraniya sîstem û dewletên ku Îxwan lê hene, kete arîşeyê, wekî çawa li Misirê çêbû. Dema ku Îxwan El Muslimîn ket pêşberî Misirê û rewş baş nenirxand, projeya wan a li Misir û piraniya dewletên Ereban têk çû. Abdullah Ocalan li vir dîmen baş xwend û çarenûsa Îxwn El Muslimîn jî baş xwend û xwest hebûna doza Kurd heta sed salên din biparêze.”
ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN