Ocalan tîrêja hêviyê ye

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:17

  • Parêzerê Nelson Mandela û endamê Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê Kîsten Govender diyar kir ku Ocalan ji bo mirovan tîrêjên hêviyê ye û got,“ Divê em Efrîqaya Başûr li ser pirsa Kurd zêdetir hişyar bikin.’’ Endamê IHD’ê Alî Ihsan Demîrtaş got dewlet ji bo çareseriyê divê bi Ocalan re rûne.

Tecrîda li Îmraliyê ji ber ku bi awayekî bêpergal tê domadin, parêzerên Şandeya Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê ku ji çar aliyên cîhanê kom bûne, li Tirkiye û Kurdistanê hevdîtin pêk anîn. Parêzerê Serokkomarê berê yê Efrîqaya Başûr Nelson Mandela Kisten Govender ku di nava heyetê de cih digire, têkilî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Ocalan ji ajansa MA’yê rojnamevan Mujdat Can re axivî. Govender bal bire ser rewşa wekhev a Abdullah Ocalan û Mandela û da zanîn ku divê ji bo Kurdan deng zêdetir were derxistin.  

Fersendek dîrokî bû

Govender, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê îstîxbarata Îsraîl MOSSAD û Tirkan ve li dema Kenyayê ku li ser vexwendina Mandela wê biçûya Efrîqaya Başûr bi bîr xist. Govender got, “Heke hevdîtina Mandela bi Abdullah Ocalan re pêk bihata, di pirsa Kurd de Efrîqaya Başûr dikaribû bibûya aktorek pir karîger. Efrîqaya Başûr bi ezmûna xwe ya li hemberî berxwedana apartheidê jiyabû, dikaribû li hember van pêkhatiyan jî rawestiya, tiştek nû ava bikira  û lê zêde bikira. Ev firsendeke dîrokî bû ji dest me çû." 

 Govender bal kişand ser şibandina navbera Mandela yê ku 27 sal an li Girava Rebbon girtî ma û Abdullah Ocalan ku 25 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û ev tişt anî ziman: "Ev rastî ye hebûna wan bi awayekî sembolik dişibîne hev didomîne û ji bo mirovan tîrêjek hêviyê ye ku gel jî bi vê fikrê ve girêdayî ye."

Ger Kurdistan ne azad be.. 

Di berdewama axaftina xwe de Govender got: "Ger ku Mandela bi Abdullah Ocalan re hev nas bikirana, wê bigota ger ku Kurdistan ne azad be, Efrîqaya Başûr û cîhan qet ne azad e.”

Govender, diyar ku çawa ji Abdullah Ocalan agahî nayê stendin, bûye şahîdê  rewşa Mandela jî ku eynî tişt jiya bû û wiha pê de çû: "Mandela serokê gelê bindest bû. Di vê demê de dikaribû hindikahiyên spî ya bi hejmara qasî 2 milyonan bû û hejmara reş an jî bi qasî 30 milyonan bû bidest bixista, lê ev nekir. Leşkerên wan hebûn, çek û fîşekên wan û derfetên wan hebûn û desthilatdarî di dest gel de bû. Dema ku Mandela ji ber xiyanetê bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ma, dadger zanibû ku ew û 8 hevalên xwe nikarin bi cezayê darvekirinê re Mandela rû bi rû bihêle. Ev dibû sedema pirsgirêkan. Ji ber vê yekê zexta li ser hindikahiyan, ji bo rûbirûbûna hêza piraniyê herdem hikûmetê neçar dihêle ku hişyar be û li gorî welatên din hin tawîzan bide û qanûnan derbixîn e, da ku wî gelî di rêza duyemîn de bike xwedî maf.” 

Mandela dikarîbû hevdîtinê bike  

Govender diyar kir ku cudahî di navbera rewşa Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û Mandela ê ku li Greva Robben hatibû ragirtin de heye û axaftina xwe wiha qedand: "Mandela mehê carekê hevjîna xwe didît, mehê carekê bi parêzerên xwe re hevdîtin dikir û name dişand. Ev cudahîbûn hebû. Ev mafekî mîrovî ya navnetewî ye û ji dest mirovan nayê girtin. Ji ber vê ji bo hîn mafên zêde tekoşiyan. Lê ev bi gelek heval û girtiyên din re bi rêxistin bûn. Bi kurtasî li grava Robbenê dan û setendineke wan ya rêxistinî hebû. Rewşa Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê pêkhatiyên li Greva Robbenê gelekî derbas dike.”

Tecrîdê rakin

Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş têkilî tecrîda teqez û greva birçîbûnê ji MA’yê Mehmet Guleş re axivî.  

Demîrtaş destnîşan kir çaresernekirina pirsaKurd rasterast bi tecrîdê ve girêdayî ye û got: "Her ku di çaresernekirina pirsa Kurd de israr bê kirin, tecrîd girantir dibe. Ev rewşa tecrîdê bi taybetî 36 meh in bûye nepêwendîdanîneke teqez." 

Demîrtaş bi berdewamî bang li Wezareta Dadê ya Tirk kir û got: "Tecrîdê rakin. Ji bo xisareke zêde li jiyan û tenduristiya girtiyan nebe, divê daxwazên wan bên bicihanîn û tecrîd bê rakirin."

Serdana CPT bêmane ye 

Demîrtaş Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) rexne kir ku di serdana xwe ya 13-22'ê Sibatê ya li Tirkiyeyê de neçûye Girava Îmraliyê û got: "CPT demek berê li Tirkiyeyê bû. Serdana girtîgehan kiriye. Dema mirov li girtîgehên ku CPT'yê serdana wan kiriye mêze dike, li van girtîgehan ji ber grevên birçîbûnê çalakî hene. Lewma neçûna Îmraliyê kêmasiyeke gelekî mezin e. Ji ber vê serdana CPT'yê ya li Tirkiyeyê bêwate ye."

Tecrîd derî hiqûqê ye 

Demîrtaş anî ziman ku tecrîd li dijî hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ye û got: "Tecrîd jixwe li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê ye, lê pê re li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze danîne binî wan. Di vê mijarê de Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di sala 2022'yan de biryar girt ku Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Lewma demildest divê ev biryara li dijî mafên mirovan ji holê bê rakirin." 

Muzakere hewce ye

Demirtaş pêvajoya ku di navbera 2013 û 2015'an de bi bîr xist û got: "Şande çûn Îmraliyê û pêvajoya aştiyê hat avakirin. Piştî ku ev pêvajoya aştiyê hat astengkirin, li Tirkiyeyê dîsa rewşeke pevçûnî dest pê kir. Ji bo aştiya civakî û çareseriya pirsa Kurd divê bi Ocalan re muzakere bên kirin.’’

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.