Ocalan rêya çareseriyê nîşan dide
Çarşem 29 Çile 2025 - 03:00
- Piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk hat, li ser gavneavêtina hikûmeta AKP'ê gelek nîqaş hatin kirin. Abdullah Ocalan, çarçoveya destûrî, rêveberiyên herêmî, pirsgirêkên herêmî û pirsgirêkên zimanê dayikê, di dema danûstandinên sala 2013'yan de diyar kir ku dê çareserî çawa be.
Rêber Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe Omer Omer Ocalan re di 23'yê Cotmeha 2024'an de hevdîtin pêk anî. Dû re jî di 28'ê Kanûna 2024'an de jî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder wek Şandeya Îmraliyê re hevdîtin pêk anî.
Hevdîtina yekem
Di hevdîtina yekem de Rêber Abdullah Ocalan derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de çarçoveyeke ji 7 xalan pêk tê danî holê û got: "Hêzkirina xwişk û biratiya Tirk-Kurd berpirsiyariyek dîrokî ye û her wiha çarenûsa ji bo hemî gelan girîngiyek wergirtiye". Abdullah Ocalan diyar kir ku ew amade ye pozîtîf beşdar bibe û destnîşan kir ku divê di serî de Meclîs hemû partiyên siyasî rol bigire.
Hevdîtina duyem
Şandeya Îmraliyê piştî ku bi hemû partiyên siyasî yên li Meclîsê û siyasetmedarên girtî re hevdîtin pêk anî û dû re jî di 22’yê Çileyê de careke din çû Girava Îmraliyê. Di daxuyaniya piştî hevdîtinê de hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan xebatên xwe yên çareseriyê yên berfireh didomîne.
Aştiya bi hemû gelan re
Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina duyem de ji bo avakirina derfetên çareseriyeke demokratîk wiha got: "Yekane çareseriya ku hem Tirkiye, hem Sûriye, hem Iraq û hem jî heta Îranê rizgar bike, avakirina zemîna demokratîkbûnê ye û aştiya bi hemû gelan re ye. Yekane çareseriya ku wê Îranê jî rizgar bike ev e."
Meclîs û çarçoveya qanûnî
Li gorî perspektîfa ku Rêber Abdullah Ocalan der barê hewldana çareseriya pirsgirêka kurd de daye pêş, divê pêşî Meclîsê rol bigire, komîsyonek bê avakirin û piştre jî çarçoveya qanûnî û makeqanûnî bê avakirin.
AKP gav neavêtiye
Dema ku Rêber Abdullah Ocalan derbarê çareseriyê de çarçoveyek danî û bal kişand ser hevkariya partiyên siyasî ya li Meclîsê, heta niha AKP gav neavêtiye û nîqaş û zimanê xwe neguherandiye. Gelê Kurd û rayagiştî ya demokratîk li hemberî nêzikatiya AKP'ê bi bertek in.
Serdemên çareseriyê
Piştî hevdîtinên ku li Îmraliyê hatin kirin, pirsgirêka Kurd bi giranî hate nîqaşkirin, dîsa hate rojevê ku Rêber Abdullah Ocalan di navbera salên 2013-2015'an de di hevdîtinên xwe yên bi dewletê re, alîgirê çareseriyê bû û bal kişand ser Meclîs û çarçoveya hiqûq-makeqanûnê yê çareseriyê.
Rêber Abdullah Ocalan bi hevdîtina 18'ê Adara 2013'yan a bi şandeyê re bal kişandibû ser avakirina komîsyonê ya ku li Meclîsê bê avakirin û bal kişandibû ser xalên girîng ên qanûn û makeqanûnê jî.
Rêveberiyên herêmî
Rêber Abdullah Ocalan, diyar kir ku pêşniyareke din a makeqanûnê ew e ku herêm û çand bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin, di heman demê de bal kişand ser reformên li ser rêveberiyên herêmî.
Pirsgirêka zimanê zikmakî
Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku mijarên ku di derbarê rêveberiyên herêmî de divê li ber çavan bên girtin dê pirsgirêka zimanê zikmakî jî çareser bike.
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN