Ocalan lîderekî bêhempa ye

Duşem 6 Gulan 2024 - 02:15

  • Endama Sinn Feinê û endama berê ya Parlamenta Ewropayê Martina Anderson destnîşan kir tecrîda li ser Ocalan li kesî nehatiye kirin, diyar kir Ocalan ‘lîderekî bêhempa’ ye û got Kurd wê qedera xwe bi dest xwe diyar bikin.

Endama Sinn Feinê û endama berê ya Parlamenta Ewropayê Martina Anderson di salên 1970'î de aktîvîsta ÎRA'yê bû. Martina Anderson ku sala 1986'an li Brîtanyayê hate girtin piştî giritna ji 13 salan bi Peymana Îna Bixêr hate berdan û li nava Sinn Feinê dest bi siyaseta legal kir.

Martina Anderson têkildarî têkoşîna xwe, fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tecrîd û rola wî ya di pêvajoya aştiyê de bersiv de pirsên rojnamevan Muhammed Kaya.

Anderson a Irlandî ku têkildarî têkoşîna Kurdan kar û xebat kirî, dema greva birçîbûnê serdana Leyla Guven kirî, dibêje dema ew ji Peymana Îna Bixêr ew hatibûn berdan Rêberr Ocalan an hatibû girtin an jî revandin û dibêje, girîng e ku ew destekê bidin têkoşîna Kurdan û Filistîniyan.

Anderson bi domdarî têkilî ramangeriya Ocalan dibêje, ‘’Fikrên wî ji civaka Kurd derbas kiriye, tesîr lig elek kesan kiriye. Firsenda min nebû ku nivîsên wî, hemû xebatên wî bixwînim, lê belê tiştekî welê ye ku ez ê bixwazim hîn bêhtir hîn bibim.’’

Tecrîda li ser Ocalan nehatiye dîtin

Têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan jî Anderson got,’’Tecrîd bi qasî ku li Ocalan tê kirin heta niha li kesî nehatiye kirin. Û bi dîtina min, ji ber ku alternatîfekê pêşkêşî sîstema kapîtalîst dike, yên ku ew girtine ji wî gelekî ditirsin; ji ber ku fikrên wî naxwazin. Ji wan heye ku bi girtina wî wê karibin li pêşiya belavbûna fikrên wî yên li nava civakê bibin asteng. Li gorî min hîn bêhtir mirov meraq dikin bê ew çawa tevdigere, dixwazin hîn bibin bê ev mirov kî ye.’’

Têkoşîna me dişibe hev

Anderson têkoşîna Irlandî û Kurdan şiband hev û got,’’Ji aliyê lîderiya têkoşîna me ve, di navbera têkoşînên me de fikrên dişibin hev hene. Dema ku hewl didin alternatîfekê ji şer re pêşkêş bike, di nava sîstema serwer de kêm mirov dixwazin vê alternatîfê bibihîzin. Hemûyan dixwestin şer bi dawî bikin û di şert û mercên civakê de tiştek neyê guhertin û li ya berê vegerin. Û dîsa ew hewl dide alternatîfekê pêşkêş bike. Lewma têkoşîna me qet nebe ji bo we gelê Kurd, gelê Fîlîstînê û mirovên mîna we zext û zordarî lê tê kirin dibe hêvî, nîşan dide ku ti tişt nepêkan nîne, her tişt dikare pêk were. Û di roja rojbûna 75'an de hîn jî ragirtina Abdullah Ocalan li girtîgehê û nediyarbûna aqûbeta wî ji bo gelê wî gelekî zehmet .’’

Divê mirrov dev jê bernede

Têkilî Pêngava ‘’Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’’ jî Anderson got,’’Sernav bê guman azadî ye. Pêvajoyeke azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re. Dema ku girtî bûm eger yekî ji min re bigota ez ê di nava hikumetekê de bibim wezîreke biçûk, ez ê bibim endama Parlamenta Ewropayê min ê jê re bigota ku rewşa xwe nebaş e, ev hemû wê ti carî pêk neyê. Lê belê ya ku nepêkan bû me pêk anî, hûn ê jî bi heman rengî bikin. Ev meseleyeke ku pêk were. Mesele ew e ku wê kengî pêk were. Lewma divê mirov jê bernede.’’

Ocalan lîderekî bêhempa ye

Anderson herî dawî got Rêber Ocalan lîderekî bêhempa ye û got Kurd kengî jî be wê qedera xwe bi destê xwe diyar bikin, divê dev ji têkoşîna xwe neqerin:’’Bi heman biryardariyê dewam bikin û ji wî kesî sûdê werbigirin ku bi tena serê xwe hatiye îzolekirin û ji nifûsa Kurdan jî wêdetir bandorê li jiyana gelek mirovan dike. Yanî lîderê ku li pêşberî we ye lîderekî bêhempa ye. Ew 75 salî ye. Ev yek di jiyana her kesî de demeke zehmet e. Em nizanin ku jiyan wê çiqasî dewam bike. Lê belê wê mîrateyeke welê ji we re, ji malbata we re, ji zarokên we re bihêle ku hûn demeke welê bibînin ku pêvajoya aştiyê wê bi pêş ve biçe. Li Tirkiyeyê wê her tişt biguhere û her tim wê heman hikumet li ser desthilatdariyê nemîne. Carna di siyasetê de hefteyek jî demeke gelekî dirêj e. Û dema ku li civakeke guhertî geriya, dema ku mekanîzmayên hûn jî di nav de hatin afirandin û bûn xwedî herêmên xweser, hingî wê di destê we de be ku hûn ê çi bikin. Lê belê çi dibe bila bibe biryardayina li ser paşeroja xwe wê di destê gelê Kurd de be, ne di destê kesî de be. Ji ber vê yekê dewam bikin, dest jê bernedin.’’

ANF/MÛHAMMED KAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.