Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina meseleyaa kurd bi rêyên demokratîk, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê kampanya hate destpêkirin. Yek ji kesên piştgiriya xwe ya bi kampanyaya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo meseleya Kurd re çareseriya demokratîk” ragihand zanyarê siyasetê û pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Dr. Norman Paech e.
Peach, têkildarî kampanyayê pirsên ANHA’yê bersivand. Peach diyar kir ku di 1996’an yekem car li Şamê bi Abdullah Ocalan re nîqaş kiriye û got:“Nîqaşa me li ser Konfederalîzma Demokratîk bû. Li gorî Abdullah Ocalan pirsgirêk bi şer naqede, bi muzakereyan dikare bi dawî bibe.
Ocalan sînorê Kurdistanê derbas kir
Norman Paech derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan de jî ev nirxandin kirin:’’Mercên ku niha Abdullah Ocalan li Îmraliyê tê de tê ragirtin, qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran re yên bi hihnceta ‘cezayên disiplînê’ û hwd. hemû jî li dijî hiqûqê ne. Divê dewletên Ewrûpî li dijî vê bikevin nava tevgerê. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê DMME’yê di 10 salên dawî de 3 caran ji bo darizandin û cezayên li dijî Abdullah Ocalan biryarên binpêkirinê da û şermezar kir. Dadgehê dît ku dewleta tirk bi eşkereyî xalên 5 û 6’emîn ên Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê PMME’yê binpê dike. Divê dewletên Ewrûpî gavên heya niha neavetine biavejin.” Peach bal bire ser kampanyaya navneteweyî û got ku ev kampanya nîşaneya berxwedana li dijî tecrîdê ye û got:“Pêngav dide xuyakirin ku êdî Abdullah Ocalan li derveyî sînorên Kurdistanê, li cîhanê tê naskirin û li dijî berjewendiyên siyasî yên dewletên derdora Tirkiyeyê tê parastin. Ev pêngav dikare berxwedanê xurttir bike û hewldanên dewleta tirk ên ji bo dûrxistina vê meseleya nerewa ji raya giştî vala derxe.
Ji bo Ocalan bikevin nava tevgerê
Norman Paech ji bo azadiya Ocalan ev bang kir:’’Divê dewletên Ewrûpî ji bo bicihanîna rêgezên serdestiya hiqûqê mudaxileyî kirinên li Îmraliyê bikin. Bi vê pêngavê xuya bû ku hema hema li tevahiya welatên Ewropayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan piştgiriyeke mezin heye. Divê welatên Ewrûpî jî vê mijarê cidî bigirin û bi awayekî cidî mudaxeleyî hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Divê her kesê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê.”
NAVENDA NÛÇEYAN