Ocalan Kurd ji goristanê derxistin

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:37

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim têkilî hevnasîna xwe û Rêber Abdullah Ocalan dibêje dema ku ew di nav lêgerînekê de bû Ocalan nas kiriye, her çendî salên 81-82’an de bi çarçoweya xebatên partiyê têkiliyan hebûya jî û bi telefonê bi hev re biaxiviyane jî cara pêşî sala 1983’an wî û Rêber Ocalan rû bi rû hev dîtine, piştî vê bi çend salan dîsa hev dîtine, piştî ku sala 90’î vedigere Rojava zêdetir Ocalan dîtiye û bi hev re sohbet kirine.

Armanca komployê bêstatûhiştina Kurdan bû

Têkilî armanca komployê ya ku di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê Kurd hatiye kirin jî Salih Muslim diyar kir hêzên komploger danîbûn ber xwe ku li gorî kêfa xwe sînorên dewletan ji nû ve xêz bikin û li gorî xwe rêveberiyên wan diyar bikin, di vê projeya wan de ti cihê Kurdan jî nebû, Kurd tevlî nav hesabên xwe nekirine û wiha got,’’Lê Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan gel hişyar kir û plana hêzên navdewletî pûç kir. Plana hêzên navdewletî sero bino kir. Hêzên navdewletî xwestin statuya gelê Kurd tune be. Ji ber vê yekê xwestin ku xwe ji Rêber Ocalan rizgar bikin." 

Ji Kobanê tevlêbûn zêde bû

Salih Muslim yê ku ji MA’yê re axivî bi berdewamî behsa salên pêşî ku Rêber Ocalan çûyî Kobanê dike û dibêje,"Rêber Ocalan dema di sala 1979'an derbasî Kobanê bû, çend kes bûn. Dema li Lubnanê bi Filistiniyan re ket têkiliyê, sinc û nerînek din da wan. Pîvanek nû da wan, Rêber Ocalan di sala 1982'an de ji ber van pîvan û sincê xurt gelek hevalên wî şehît ketin. Gelek hevalên wî hatin girtin. Gelek ciwan ji Rojava çûn tev li akademiya Mahsum Korkmaz bûn. Ji Kobanê tevlêbûn pir pir zêde bû. Destkeftiyên hatin bidestxistin, bi şerê dirêj û berxwedana zêde ya li kozikan hat bidestxistin. Dema di sala 1983'yan de Filistînî ji Lubnanê hatin derxistin, Rêber Ocalan derbasî Şamê bû. Wê demê gelek kesên tên nasîn hatin cem Rêber Ocalan û çûn. 

Şoreşa Rojava berhema Rêber Ocalan e

Gelê Rojava birçîyê zanînê bû. Gelê rojava birçiyê Şoreşê bûn. Li kû berxwedanek hebûya diçûn tev li têkoşînê dibûn. Hemû gelê Rojava li gel Rêber Ocalan bû. Wî hişt ku gelê Rojava bêtir têkoşînê xurt bike. Kesên ku xwestin Kurdan terbiye bikin, di 2004'an de li  Qamişloyê bi berxwedanê hat terbiyekirin. Ji sala 2011'an heta niha li Rojava şoreşa ku aj daye her ku diçe geş dibe. Şoreşa ku îro geş dibe berhema fikr û felsefeya Rêber Ocalan e. Rêber Ocalan zikê gel têr kir." 

Neteweya Demokratîk ji bo hemû gelan danî 

Muslim bi berdewamî got fikrên Rêber Ocalan û paradîgmaya Rêber Ocalan zêde karîger e, Rêber Ocalan 40 sal berê gelê Kurd ji xewa giran hişyar û got,’’Rêber Ocalan tercîha herî zahmet kir û dest bi şoreşa hişmendî û mejî kir. Pergala Modernîteya Demokratîk Neteweya Demokratîk û Xweseriya Demokratîk li Rojava pêş xist. Ocalan Neteweya Demokratîk tenê ji bo gelê Kurd pêş nexist. Ji bo hemû gelên bindest û hemû gelên din ev felsefe pêş xist." 

Bi banga Ocalan Kobanê neket

Têkilî bandora Ocalan a li ser rizgariya Kobanê jî Muslim got,’’Fikr û refleksa Birêz Ocalan a li ser rizgarkirina Kobanê gelek girîng e. Yên li dijî DAIŞ'ê li ber xwe dan, ji hest û paradîgmaya Rêber Ocalan hêz girtin. Rêber Ocalan got 'Divê Kobanê nekeve' Piştî vê gotinê bi hezaran Kurdistaniyan ji çar aliyê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Ev serkeftin, serkeftina rêber Ocalan e."

Ocalan Kurd ji gorê derxistin

Têkilî tecrîda li ser Rêber Ocalan, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim got,’’Dewleta Tirk ji bo hêzên navdewletî qerdiyaniyê dike. CPT jî diçe Îmraliyê û ziyaretan dike, lê van raporên xwe bi raya giştî re parve nake. Rêber Ocalan gelê Kurd ji goristanê derxist û azad kir. Lê niha pergal jî dixwaze Rêber Ocalan têxe wê goristanê. Divê hemû gelê Kurd vê rastiyê baş bibînin." 

 Ocalan azad nebe çi jî bikin kêm e

 Salîh Muslim bal bire ser kampanyaya ‘’Ji Rêber Ocalan re azadî, ji statûya Kurd re çareseriya siyasî’’ û got,’’Dostên Kurdan di 10'ê Cotmehê di li 74 navendan di 10'ê Cotmeha 2023'an de pengava gerdûnî dan destpêkirin. Komployên ku dest pê kiribûn îro didome. Ji ber vê yekê heta ku Rêber Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe, wê her tişt kêm û nîvco bimîne. Heta Rêber Ocalan azad nebe, em çi bikin jî kêm e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.