Ocalan kilîla çareseriyê ye

Pêncşem 1 Sibat 2024 - 00:11

Çavdêrên siyasî yên Başûr dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan helwest nîşan dan û xwestin ku tecrîda li ser Ocalan rabe û ji hêla fizîkî ve azad bibe.

Nerazîbûna dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didome. Çavdêrên siyasî yên Başûrî dijî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûna xwe diyar kirin.

Armanc bêdengkirina gelê Kurd e

Çavdêrê Siyasî Kawe Nadir anî ziman ku ji bo Kurd nebin xwedî tevgerên azadî dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Ocalan giran dike. Nadir got,‘‘Dagirker bi rêya tecrîda li ser Rêber Ocalan dixwazin gelê Kurd bêdeng bikin.‘‘

Derbarê giringiya azadiya Ocalan  jî Kawe Nadir got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ji bo gelê Kurd pêwîstiyek e. Fikir û felsefeya Rêber Apo di nava gelê Kurd de berbelav bûye û pêwîstiya Kurdistanê bi azadiya Ocalan heye.”

Em dijî tecrîdê rabin

Kawe Nadir daxwaz kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi yek dengî daxwaza bi dawîanîna tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bikin.

Ocalan kilîla çareseriya pirsa Kurd e

Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngehê Qasim Mercanî jî îşaret bi tecrîda li ser Rêber Ocalan kir û got: “Ji tecrîda li ser Rêber Ocalan aramnca dewleta Tirk ew e ku pirsa Kurd neyê çareserkirin. Ji ber ku Rêber Ocalan kilîla çareseriya pirsa Kurd e.‘‘

Qasim Mercanî da diyarkirin ku dewleta Tirk li derî pîvanên mirovî û navdewletî tecrîd li ser Ocalan daniye û wiha dom kir: “Dewleta Tirk rê nade parêzer û malbat hevdîtinê li gel de bikin. Her wiha ti agahiyek di derbarê tendirustî û jiyana Rêber Ocalan de nayê dayîn.”

Li dawiyê Mercanî got  divê gelê Kurd bi yekdengî zextan li ser dewleta Tirk zêde bike daku dawî li tecrîdê were anîn û Rêber Ocalan azad bibe.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.