Ocalan ji lehengekî wêdetir e

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:31

Hîndekarê Departmana Civaknasiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê Dr. Thomas Jeffrey Miley têkildarî komploya navneteweyî, teslîmkirina Rêber Abdullah Ocalan a li Tirkiyeyê û rola Abdullah Ocalan a di aştiyê de vegot. Di heman demê de Miley, nivîskarê pirtûkên “Your Freedom and Mine” û “Self-determination struggles: in pursuit of the democratic confederalist ideal” e ku mafê tayînkirina qedera xwe ya kurdan û Konfederalîzma Demokratîk vedibêje. Miley, dibêje ku pişt komploya navneteweyî de NATO heye. Miley, anî ziman ku ji bo mirov revandina Ocalan fêm bike divê ji ewil jihevbelavbûna pergala emperyalîst û mercên krîza di rewşa heyî baş bên fêmkirin û got:“Van rojan em di nûçeyan de dibînin; şerê li dijî Filistênê, qirkirina nîjadî ya li dijî Filistînê. Di heman demê de DYE û şirîkê wê Îsraîl piştgiriyê dide vê. Li pişt komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan jî dewleta min heye ango DYE ku hêza emperyalîst a sereke ye. Girtina Ocalan nîşan dide bê ka hêzên emperyalîst alternatîfên Ocalan ji bo xwe çawa weke xetere dibînin. Ji ber ku Ocalan tenê di krîzekê de bi rola aştiyê ranabe, di heman demê de fikrekî pêş dixe û dibêje ku li dijî pergala emperyal alternatîfek heye.” 

Ocalan semboleke ’nuwaze’ ye 

Miley, anî ziman ku li Îmraliyê rejîmeke îstîsnaî li ser Ocalan tê ferzkirin û got ku ev yek tercîha Tirkiyeyê ye:“Tê dîtin ku cezayê hefsê yê li Îmraliyê ji bo têkbirina tevgera kurd e. Weke ku min berê jî gotibû, Ocalan ji bo pêvajoyeke aştiyê bi roleke sereke radibe. Lewma jî jidervehiştina hiqûqê ya Ocalan, nîşaneya zilma li ser gelê kurd e.” Di berdewamê de Miley got; “Li gorî min Ocalan semboleke nûwaze ye. Li gorî min; modernîteya demokratîk ku ew li dijî modernîteya kapîtalîst pêş dixe, gelek îlhamê dide mirov. Ji bo kesên weke me ku dixwazin li dijî dînamîkên rûxîner ên modernîteya kapîtalîst alternatîfan biafirînin; Ocalan pir sûdewer e. Li gorî min yek ji sedemên ku hêzên navneteweyî wî weke xetere dibînin jî ev e.” Miley, Ocalan weke “zilikê ku agir vêdixe” pênase kir û got:’’Lewma jî êşa wî veguheriye êşa gelê Kurd. Fedekariya wî bûye fedekariya gelê Kurd. Lê di heman demê de Ocalan ji lehengekî neteweyî pir wêdetir e; bi nivîsên xwe yên têkildarî Modernîteya Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk yek ji wan zaynarên pêşeng e ku nîşan da bê ka alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst çi ye. Bi vê yekê re ne tenê xwe digihîne gelê Kurd, her wiha xwe digihîne xeyala gelek radîkalên li cihanê.” 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.