Endamê Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî Felix Padel diyar kir ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo tevahiya cîhanê modeleke alternatîf a demokrasiyê bi pêş xistiye û got, "Nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in."
Antropolog û sosyolog Felix Padel got, "Li Tirkiyeyê rewşeke ji tevlîheviya Kemalîzma sekuler û Îslamî heye. Ev yek jî dibe sedem ku hindikahiyan bitepisîne. Rola polîsan li Tirkiye û Hindistanê gelekî dişibe hev di mijarên êşkence û kuştina bi îdîaya şer de."
Felix Padel li ser meseleya Kurd jî got, "Bi dîtina min gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo tevahiya cîhanê modeleke alternatîf a demokrasiyê pêşkêş kiriye. Vê yekê jî bi hêz û enerjiya ku ji têkoşîna xwe ya li dijî asîmîlasyona bi hezaran salî werdigire."
Felix Padel ji bo rêber Abdullah Ocalan jî got, "Pirtûka wî ya destpêkê ya li ser koka şaristaniyan bi rastî jî bala min kişand. Bi dîtina min nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in. Girîngiya ekolojiyê di kesayetiya xwe de bi cih kiriye. Gelek Marksîstên Ortodoks ji pîşesaziyê bawer dikin, lê meseleya ekolojiyê fêhm nakin. Lewma bi rengekî cidî piştgiriyê nadin tevgerên qebîleyî. Ocalan van pirsan dike, 'Gelo em dikarin xwe bi pêş bixin? Em dikarin veguherin? Li cihê ku em lê ne gelo em dikarin xwe bigihînin şaristaniyeke hîn demokratîk?'
ZEYNEP KÛRAY/ANF