Ocalan hizra Jin jiyana azadî afirand

Pêncşem 16 Sibat 2023 - 03:48

Roja reş a Kurdan, li seranserê dinyayê tesîrê li xelkê dike. Behrûz Boçanî (Behrouz Boochani) jî yek ji wan e. Ew qederê 7 salan li girava ji penaberan re heps a Awustralyayê, Manusê asê mabû. Li wê hepsa gravê, wî bi rêya telefona destan kitêbek jî nivîsand bi navê “Ji çiya pê ve dost nînin”. Bi vê kitêbê ew navdar bû û derdê penaberên li Manusê jî gihand seranserê dinyayê. Piştre 14´ê Mijdarê, hikûmeta Zelandaya Nû ew hewand. Lê ew çalakiyên xwe yên ji bo mafên penaberan dewam dike. Ji dema destpêkirina “Şoreşa Jin Jiyan Azadî” ve ew bi awayekî aktîf destekê dide raperînên li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê.

Doh di salvegera Komploya Navneteweyî de wî roja reş ji bîr nekir. Wî li ser hesabê xwe yê twitterê wêneyekî Rêber Abdullah Ocalan parve kir û wiha nivîsî: “Slogana jin jiyan azadî, îlham da gelek mirovan li seranserê dinyayê, lê li ser çavkaniya wê zêde minaqeşe nehat kirin. Serê pêşî, Rêberê siyasî û fîlozofê Kurd Abdullah Ocalan ew slogan çêkir. Hikûmeta Tirk sala 1999´an ew xist hepsê û ji hingê ve ew li hepsa giravê ya Imraliyê ragirtî ye. Hê di destpêka salên 1980´yî de Ocalan tevgereke berxwedanê ava kir. Ji hingê ve miletê Kurd li dijî zilmê li ber xwe dide û şer dike li ser esasê fîlozofiya wî; têkbirina DAIŞ´ê li Kurdistanê û li bakurê Sûrî jî beşek ji vê ne. Aktîvîsta siyasî Şîrîn Elem-Hûlî ev slogan li kaxezekê nivîsî û li ber cihê xwe bi dîwar ve kir di hepsa Evîn a li Tehranê de. Ew Gulana 2010´an hat bidarvekirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.